Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 28 peyam
te ne na ha ya hû

te ne na ha ya hû

1. helbesteka şêx şemseddînê qutbê exlatî ye

"te ne na ha ya hû" ji kîteyên ayeta "ente ene, ene illah, ya hû we rebbîkum" (qey ez ne Xwedayê we me) pêk tê

di dema zikr û xilwetîyan de tê xwendin. bi vê dikevinê zikrê.

te ne na ha ya hû

'ez ge mestê meyyê ‘işq im, te ne na ha ya hû
misr û bexdad û dimeşq im, te ne na ha ya hû

teşneyê abê wîsal im, ji xemê ‘işqê dinalim
aşiqê heyyê celal im, te ne na ha ya hû

kulkeyê cerge kebab im, bêxew û mest û xerab im
saqî û xemr û şerab im, te ne na ha ya hû

‘aşiq û deng im û kas im, melek û cin im û nas im
xeyrî wî kes dî nenasim, te ne na ha ya hû

walih û kas im û deng im, mest im û xoş im û şeng im
ser bi ser pêt û pereng im, te ne na ha ya hû

ez ê bê cah û meqam im, xadim û şah û xulam im
meşrûq û nûr û zelam im, te ne na ha ya hû

mezherê zat û sifat im, me’denê ‘eynî heyat im
keştî û nûh û necat im, te ne na ha ya hû

hadiyê rah û delîl im, nemek û xwan û xelîl im
benîyê xas û celîl im, te ne na ha ya hû

sahibê qelbê selîm im, dijminê dêwê recîm im
cebelê tûr û kelîm im, te ne na ha ya hû

muşkil û hell û beyan im, xefî û sirr û ‘eyan im
nadirê ehlê zeman im, te ne na ha ya hû

walih û mest im û faş im, ser û rîşantî tiraş im
ke evist mal û qimaş im, te ne na ha ya hû

‘enber û misk û bixûr im, suhûf û lewh û zebûr im
agir û av im û hûr im, te ne na ha ya hû

ramiyê işq û xumar im, min nema sebr û qerar im
‘aşiqê wesletê yar im, te ne na ha ya hû

walih û mest û cinûn im, ji xemê ‘işqê zebûn im
‘aşiqê heyyê bê çûn im, te ne na ha ya hû

bilbilê aşiq û werd im, kulkeyê bêxwab û xwerd im
ji xemê dostê bi derd im, te ne na ha ya hû

samit û lal û xemoş im, sirrê yarê xo dipoşim
ger çi ez badefiroşim, te ne na ha ya hû

xilwetî ‘aşiqê mest e, qedehê bade di dest e
ji dinê ew bi perest e, te ne na ha ya hû'

şêx şemseddînê qutbê exlatî






25.12.2016 23:10 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» hûrbîn

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî