Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 64 peyam
fahriye kara

fahriye kara

25. Bi rêzê hêja derqamij ev meseleyên mamostayên te nimûneyeke binerx e. Mamosteyên te rast û baş çêkirine. Ji ber ku ilm û ferasetên zanyar û lêkolînerên îngilîzîyan ji wan zêde ye wisa biryar dane. Heke tenê Copy-past kirine jî başe lê belê divê hinek tiştan lê zêde kiribûbana yan jî hinek rexneyî nêzikayî lê kiribûbana.

Belê ez jî bi gelemperî copy-past dikim. Tenê aqil şixulandinê xwe, nêrîn û zanyarîya xwe rast, dirust nabînim. Ewan ku ez jê copy-past dikim e 'ilmê wan, agahbûnê wan, ewlemendbûna wan, bingehbûna wan û eqlê wan heye. 'ilm û agahiya wan, ewlemend û bingehbûna wan ji min zêde ye. Ji ber vê yekê em ji wan însanan dibêjin ewan haydar in. Biaqilî ev e jixwe. Berovajiya vî bêaqilî ye. Înkarkirina aqilê xwe jî û zêde ewle bûna aqlê xwe jî nerast e, nebaş e, pirsgirêkeke mezin e.

Li gorî min em formata tirşikê aloz nakin. Evan tiştan ku heta niha hatiye nivîsandin di çarçoveya xweştevgerî de ye. Tu sînora ji çîzê dernakevê.

Helbet çewtiya alim û ehlê sinnet wel cemeetê jî û cimeetên din jî heye û dê hebe. Lê belê ev qas însan derbarê mijareke olî de tişteke hevpar gotibe wek tenê bi aqil şixulandina yekî nabe derewandin. Ev şaşiyeke hêj mezin e.

Ew qas alim û însan heta niha ji xeynî te negotine wateya resûl tenê wek postakar e. Raste resul him postakarê ayetan e him jî bi cîh anîna van ayetan, hînkirina van ayetan, fêmkirina van ayetan, sepandina van ayetan dike. Rastî û hikmetê van ayetan dide nîşan. Şexsiyetê wî ligel sepandinên wî mînakeke zindî û berçav e ku em ji xwe ra bikin nimûne.

Digel vê pêxemberan jî mirov in, însan in. Carinan ewan jî pêkan e bixeta tevbigerin. Lê sepandina pêxemberan bi çavderiya û bi vebestiya xwedê de ne. Di derbarê olê yan jî pêwendiyê mijara dînê de şaşiyeke wan yan jî tevgerîneke çewt yên wan hebe ev hatiye rastkirin. Hişyarî hatiye danîn le pêxembera. Heta hişyariyeke tund derheqê pêxemberê me hezretî muhemmed jî heye. Binêrin, sûreya abese bixwînin. Piştî ev hişyariya tund salat û selam li ser wî be pêxemberê me hezretî muhammed tevgerînê xwe rastkirîye, xwe edilandiye. Lewma em dibêjin pêxamberan bêxeta ne. Yên ku wan çêkirine û gotine rast e. Vê biryarê jî em ji qur'anê dixin destê xwe, têgihên.

Pê re ayetên ku tê nîşan daye hemû rast e. Tu rast nivîsandiye. Lê belê çewtiyeke te dîsa herî balkêş ev e;

Rehman 2 de dinivîse 'allem el-qur'an. Yanî wek gotinê te ya rast hînkarê quranê xwedê ye. Lê belê di berdewamiya ayetê de yan jî di ayetan din de tu car nabêje pêxemberan û aliman nikare însanan hînî quranê bike. Lê belê carianan dibêje însanan hîn bikin belam xwe ev qas neêşînin, neperitînin. Çimkî derbarê baweriya yêkî de li gorî dilê wan qerara dawî ezê dikarim bidim. Ne destên we de ye.

Wekî dî herkesek dizane ku şexsiyetê pêxember û şexsiyeta xwedê ji hev cuda ne.  Xweda xwedawend e, reb e. Pêxember nebî ye, resul e, wekî gotinê te postakar e. Ev der diyar e, berçavan de ye. Lê belê di ayetan de westar e ango sabît e ku xweda dibêje biryara ku pêxemberên ku min şandiye wekî biryara min e. Dibêje ewan biryaran ku pêxember danîye mecbûr in îtaetê bikin. Hûn eger li wan îteet bikin wekî îteeta ku li min dikin e. Îtaeta ''min û resûlê min'' bikin. Ne carek dibêje heke ez dîsa nîşan bidim cîh namîne. Carinan di ayetan de dibêje hûn xwesteka dê û bawan jî mecbûr in îtaetê bikin. Îtaêtê ku hûn dê û bavên xwe ra dikin wekî ku îtaetê li min dikin e. Bêguman çarçoveya îtaeta dê û bavan hatiye çixêzkirin, aşîkarkirin.

Di derbarê maîde 99 de jî dinivîse teblîx. Wateya peyvê teblîx ne tenê gotin e. Tirkî wergerandine duyurmak. Kurdî jî wergerandine ragihandin. Evan ne çewt in. Teblîx yanê ragihandin ne tenê gotinê re çêdibe. Ragihandina baş û dirist di nav jiyarê xwe de tetbîq kirin e. Ji gotinan gelek gelek bibandor e, bitesîr e yanê.

Tu hemu ayetan wekî eql û fîkrê xwe dimeyizênê lê ayet ne tenê têgihiştina yekî ve tê rast fêmkirin. Eqlê yekî carinan dixelite û yekî dixelitîne. Saîdê Kurdî ku ew qas bi'ilm û zîrek e û şexsiyeteke pêşveçûyîye dibêje heke çewtiyek min hebe ev tawanê min e û rastîya min jî hemû bi saya qur'anê ye. Ew jî qebul dike û dixe berçavan ku eql her car ewlebûnê re nayê.

Ayet parçe parçe hatiye şandin. Ayetan hevdû tewaw dike, temam dike.
Ayeteke de dibêje postaker
Ayeteke de dibêje reblîxker
Ayeteke de dibêje tirsdêr
Ayeteke de dibêje hişyarker......
Yanê divê em baweriya xwe bi temamiya ayetan pêkve bînin. Ayetan ji hev cuda nîne. Ji hev jî hilnaweşîne.

Gava ku rewş û mesele wisa ye pêxemberan çava hikmê xwedê yanê wek bêhemdî jî tê de biguherîne?

Wek birayek te wek pêşniyaziyeke dibêjim tu jî wekî min bi gelemperê zanyaran bixwîne û bilêkolîne daku nêrînên te bingeh û rast bin. Digel vê aqilê xwe jî bişuxulîne û rexneyî bibe. Pêdiviyek standina şaşiyên wan de nîne. Tenê wisa têgihiştinên mirov baş dibe. Tenê bi derandinên aqilê yekî şaş e.

Belê, raste însan ji tewhîdê dûr in, ji rebtiya xwedê dûr in lê ji ber vê li her derê kuştin û talan nîne. Li ewropa û amerîka kuştin û talan nîne li wan deran jî tewhîd û baweriyek rast nîne. Mafê mirovan û edalet li pêş de ye. Nebûna tewhîdê sedemê kuştin û talanê niye. Sedemê kuştin û talanê nebûna dadî û maf û nerxê mirovan e. Ewropa ji me zehftir misilmantî nêziktir in. Tewhîd nebe jî însan dikare adil bibe lê însan nizane ku adalet çiye nikare yekitiya xwedê baş fêm bike. Yanî adalet û tewhîd sereke stûnê Îslamê ne. Yên dî jî biratîya ûmmet e. Yanê ne sedemê kuştin û talan in. Heke insan insan bê adil dibe û kuştin, talan nake. Heke însan hem dibe insan hem jî adil û li ser tewhîdê dibe vê gavê dibe misilman.

Ez lêkolîna xwe heke çend fersend bibînim berfirehtir bikim. Û spasiya te dikim. Pê re ezê heke firsend bibînim mijarên din jî tê de ezê binivîsînim. Lê çewtiyek li mirovan dibînim carinan nikarim bisekinim. Û dilê min tu car ji ber kesî namînê lê carinan ji min hêrs dibin. Gotinên min xweşiya wan naçe û sûd ji min nagirin. Hêj xiraptir dibin. Him ewan tajang yanê heqaret dikin him jî wan diqehirin. Wisa nabe başe. Tiştekî dî naxwazim.

Slav û rêz.



19.02.2017 21:24 | rûbar

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» fahriye adsay
» karapetê xaço gotinê dêra sor

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî