Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 17 peyam
pharmaton

pharmaton

6. vîtamîn e.
li gorî malpera wê bi xwe, tê de ev hene;

kalsîyum, vîtamin c, ginseng g115, hêsin, vîtamin e, vîtamin b3 (nîasin), manganez, Çînko, sifir (bakir), vitamin a, vîtamin b6, vîtamin b2, vîtamin b1, vîtamin d, folîk asît, selenyum, bîotîn, vîtamin b12 heye.

yanî gelek vîtamîn û çend mîneral. jixwe mirovekî ku weke însanan xwarina dixwe , yanî her roj û her dan li derve tiştên beredayî nexwe, bi hêsanî dikare van mîneral û vîtamînan ji xwarinan bistîne.

kurte; ger hûn di jiyana xwe de masî, goşt, şîr û penîr, gêzer, mirîşk, pirteqal, hêk, mûz, beqlîyat, îspanax bixwin jixwe hûn hemû tiştên li jor distînin.

ger em werin meseleya ginseng g115ê, min lêkolînek kûr li ser vê molekûlê nekiriye lê ne tiştek mûcîzewî ye. dikarim vê bêjim. erê têra xwe antîoksîdan dihewîne lê sîr jî têra xwe antîoksîdan dihewîne. yanî bi min wer tê, tenê tiştek tîcarî ye.

weke encam: ger hûn hê jî mîna kurdên berê, li malê xwarina xwe çêkin û bixwin, tu pêdiviya we bi tiştên wisa tune.


ji aliyê din ve weke mînak bemix jî (û bemix c) jî hema bêje van hemû vîtamînan dihewîne û bûhayê wê ez bawer im %20ê pharmatonê ye *

binêrin ev îlaç hemû multîvîtamîn in û li gorî pharmatonê gelek erzan in; Here lînkê
piraniya wan jî kêm zêde heman vîtamînan dihewînin.

ger hûn bêjin ez zêde bikarim fêkî û sewzeyan bixwim, ji xwarina xwe ne bawer im fîlan. qet nebe yek ji yên li jor bikirin. erzantir in.



25.02.2017 11:02 ~11:07 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rojnameyên ku tirşikvan dixwînin [1]
rojnameyan zêde nakirim lê bo tirkî Oksîjen û carinan birgun dikirim. ...
komîsyona edebîyata kurdî a zanîngeha boğaziçiyê [2]
ev komeleya ji alîyê xwendekarên zanîngeha boğaziçiyê hatîye dameziran...
brusk99 [2]
qenaleke youtubeêye ku têra xwe serkeftî û pêkenokî ye. ji axafrina w...
hêklo meklo [1]
Li cem me jî wiha tê gotin; (stur: Hêklo mêklo, çavî çiklo, hilîne ye...
payîzava [2]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
belki ev jî bala te bikişînin
» pharmaton

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî