Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
siwarbûna otobusa şaş

siwarbûna otobusa şaş

3. hatiye serê min jî lê ne otobûsa navbajêr ya navbajaran.
demek ji demên betlaneya havînê, ez ê ji stembol bihatama cizîrê, hevalekê goyî ê xelkê qilebanê got em bi hev re herin, min jî got temam, ser çavan!
ew roj hat, em li otobûsa dilmenler mardin seyahat siwar bûn, bi silametî hatin heta otogara mêrdîna kevn, muewîn go bila tu kes peya nebe, em zêde nasekinin, min jî xwest serûçavê xwe bişûm, min ji hevalê xwe re got te hay ji min hebe, ez ê herim destşokê, got temam. ez çûm destşokê min serûçavê xwe şûşt çawa derketim, min newzad dît, min go xêr e, tu li vir çi dikî? go erebê dom kir, herkes peya bû, ez jî hatim min serûçavê xwe şûşt. min fêhm kir ku xetereyek mezin li pêşiya me ye. bi bayê bezê min xwe gihand otobûsê, min dît otobûs ketiye ser rê hêdî hêdî diçe. min go newzad kuro erebe diçe, destê xwe lê bilind bike, bêje bila li hêviya me bisekine. go bêhna xwe fireh bike, erebe bêyî me naçe, ew niha berê xwe rast dike. hêj peyva xwe nebirî serî, otobûs ji nişkê ve pêl sedê kir û em di nav dû û dûmana xwe de hiştin. bi bayê bezê min xwe gihand ofîsa wan, min go otobûsa we xwe li me negirt, em herdu heval li vir man. camêr cihde telefon da şifêrê otobûsê, got li ser rêya mêrdînê li hêviya we sekiniye, zû li erebeyekî siwar bibin xwe bigihînin otobûsê. me jî got temam em li texsiyekî siwar bûn,çûn heta ser rêya mêrdînê. me dît otobûseka mardin seyahatê li wir sekiniye, çavê min hê jî li otobûsa dilmenler mardin seyahatê digere. qet nehat fikra min go em çûbin ofîsa şaş. em qederekî li ser rê man, me dît tu otobûsên dilmenler mardin seyahatê xuya nakin, bi heman texsiyê em zivirîn hatin otogara mêrdîna kevn. ji hêrsan ez sor bibûm, têra şerekî min gotin dabûn hev di dlê xwe de ez hatim ber deriyê ofîsê wê gavê min ferq kir bi xeletî şûna ez biçim ofîsa dilmenler mardin seyahatê ez çûme ofîsa mardin seyahatê.
ez dirêj nekim. vê carê jî ez çûm ofîsa dilmenler mardin seyahatê min çîrok û serpêhatiya xwe ji wan re got, camêr got erebe li filanderî li hêviya we ma û ma, hûn nehatin, rêwiyên din yên otobûsê xwe aciz krin, dengê xwe li şifêr bilind kirin, ji tirsa wan me nekarî em li hêviya we bisekinin. erebe niha li ser rêya nisêbînê ye, li erebeyekî siwar bibin, herin heta nisêbînê, me ji wê re jî got temam. em li erebeyekî siwar bûn çûn heta nisêbînê çawa em peya bûn çûn ofîsa wan ya li nisêbînê, li wir jî gotin erebe qederekî li vir jî li hêviya we me, hûn nehatin, ew jî çû cizîrê. em dîsa li erebeyekî siwar bûn û çûn heta cizîrê.
em li cizîrê siwar bûn, çûn ji bo tiştên xwe ji otobûsê bistînin. gotin otobûs li vir nesekinî, rasterast çûye şirnex. û tiştên we jî di otobûsê de mane. min dilê xwe li wî kerê li wir fireh kir. bi hukmê peyvên min ên tirş û tahl di nav nîv saetî de tiştên me ji me re anîn. ji wê rojê ve kengî ez newzad dibînim kefa destê min dixwere, dixwazim tepetorek lêdan lê bikim, lê hingî camêr e dil nahêlim ;)



29.05.2017 22:58 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» siwarbûna metrobusê
» otobusa f2
» şaşiyên nivîskarên tirşikê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî