Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
cyaxares - tirşik
cyaxares
(3) (3) (4)
di mijarê de bigere

1. Tirşikvanê ku navê xwe kiriye kul û derd e. Hêj çomez e, lewra qet peyam nenivîsiye. Loma jî nikarim di derbarê wî û şêwaza nivîsandina wî agahiyên zêde bidim. Bi xêr hatiye, bi hêviya peyama xwe ya yekem binivîse.



24.07.2020 22:38 | tîrêj zana 21

2. Hevalekî rojavayî ye. ger ez ne şaş bim, ji bajarê qamişlo ye.
xwendekar û karkerekî zîreke, min wî ser twittirê nas kiribû, gelek caran wergerê vîdeo û fîlmên biyanî dike, xulamê ziman û gelê xwe ye *



25.07.2020 15:14 | merwano

3. birastî zêde nasnakim hema di twitterê da zehf çalak e. merivek dilgerme û alî kurdbûna xwe da tiştên qenc dike. mixabin car caran ji bo fehm kirinê twîtekî wî ya 4-5 cara dixwînim.



26.07.2020 02:08 | doesntmatter

4. Camêrek ji rojava ye. Li ser tweeterê me hev dişopand. Ji zûde ye li tirşikê xwe tomar kiriye lê qet peyam nenivîsiye. Duh gilî û gazincan dikir ku çima peyameke nivîsîbû, nedihat weşandin û nivîsa " tu hê çomez î" derdiket pêşberî wî.

Li ser tweeterê acisiyên xwe ji bakur nivîsî û got " êdî hemû rojeva min bûye bakur, êdî dixwazim hevalên xwe yê rojavayî bişopînim" paşê hesabê xwe tweeterê girt û ji holê wenda bû.

Ger vê peyamê bixwîne, bila bizanibe rojek were dê ev sînorên di navbera me de wê rabin û rojeva me hemû kurda dê bibe yek. Mesela çomeza jî ne tenê bo te ye, hemû çomez heya 10 peyamên li gor formata tirşikê tije nekin di hemû pêvajoyê re derbas dibin.

Deriyê tirşikê tim li te vekiriye. Oxira te ya xêrê be.



28.02.2021 19:16 | tîrêj zana 21

5. tirşikvanê ku îro ez pê re nezîkî seatekê pêre axivîm û her wiha li ser mijara çomeztiyê û hwd. jî em axivîn, min sedema vê yekê jî jê re kir...gazinên wî bi piranî li ser kêmasiya nivîskara ye, li tirşikê jî û li aqilmendkurd.com ê jî. mixabin jî rewş wilo ye, çalakî pir kêm in li vir.

tenê rojê 100 nivîskarî peyamek nivîsandiba aniha têra xwe di rojeva tirşikê de mijar ne kêmî 30-40'î bû.....



28.02.2021 21:54 ~21:54 | merwano

6. heta ev lawik hînî bikaranîna tirşikê bû, serî li min kir dahol *
baş e serê wî hinekî jî dişixulê ಥ_ಥ

henek li alieyekî, ji bo ferhenga ku wê ji bo peyvên dijîtal biafirînê, em ji pirsê wî qayîl in*



12.05.2021 17:17 ~17:19 | merwano

7. tirşikvanê ku nizaznim wê kengî hînî formata tirşikê be.*
parçeyên pc/134299



02.06.2021 14:07 | merwano

8. Cyaxares damezrîner û qralê Împaratoriya Medyayê bû. Li bajarê Ekbatana ji dayîk bûye. Bavê wî, Phraortes, rêberek bû ku li dijî serdestiya Asûriyan li ber xwe da, lê ji aliyê leşkerên Ashurbanipal ve hat kuştin. Gava Kyaxares kete şûna bavê xwe, dît ku Med miletekî belawela û qels in. Ji ber vê yekê wî artêşa xwe ji nû ve birêxistin kir û leşker bi çek û şiyanên cuda li komên cuda dabeş kir. Ji ber vê yekê, rimanvanan wekî tîrevan û siwaran parartêşan ava kir.

Armanca Cyaxares a yekem hilweşandina Împaratoriya Asûriyan bû. Medya bi salan di bin zilm û zordariya Asûriyan de rawestiyabû. Wî jî xwest heyfa bavê Kyaxares hilîne. Di sala 612 berî zayînê de, Kyaxares bi Babîl û Lîdyayê re hevalbendî kir û Nînewa dorpêç kir. Paytexta Suryaniyan ket û desthilatdariya hezar salan a Suryaniyan bi dawî bû.

Cyaxares paşê li dijî Lîdyayê dest bi şer kir. Li nêzî Çemê Halysê (Qizilırmaka îroyîn) bi qralê Lîdyayê Alyattis re ketin pevçûnê. Şer pir bi xwîn bû û tarîx 28ê Gulana 585 BZ nîşan da, dema ku, wekî ku ji hêla fîlozofê Yewnanî Thales ve hatî pêşbînî kirin, rojgirtinek (rojgirtina thales-thales eclipse) hebû. Ji bo Mediyan roj sembola xwedê bû û wan ev bûyer wek nîşana xweda şîrove dikirin. Wan biryar da ku şer rawestînin û aştiyê bikin.

Cyaxares di dawiyê de ji bo desteserkirina axên mayî yên Asûriyan dest bi çalakiyê kir. Lê belê di vê demê de eşîreke bi navê Îskît êrîşî herêmên Med kirin. Artêşa Med nekarî li hemberî Îskîtiyan li ber xwe bide û têk çû. Îskîtan piraniya Asyayê dagir kirin. Cyaxares li benda derfetekê bû. Şevekê wî mazûvaniya serokên Îskîtan kir û piştî ku bi şerabê serxweş kirin, ew kuştin. Piştî vê bûyerê Medan Îskîtî paşve kişandin û di bin destê cyaxares de împaratoriya herî mezin a kevnariyê ava kirin.



28.05.2023 21:56 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» cyaxares

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî