Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
diran - tirşik
diran
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hestiyên di devê me de ne. bi saya wan em dikarin nan bixwin û bipeyivin. ji 30+2 liban pêk tê.



mînak: diranên te diêşe ne wer. kero, min ewqas ji te re got diranê xwe firçebike lê te min guhdarî nekir. baş bû!



26.02.2014 00:45 | mergehez

2. (bnr: dindan)



26.02.2014 12:07 | cekdar

3. peyvaku bi farisÎ 'dendan' e. bi zazakÎ 'didan'. di hinek devokên kurmancÎ jÎ ew mina didan e.

li cem me hem bi zazakÎhem bi kirdaskÎ didan dibejin.

http://sekakan.wordpress.com/2013/10/01/ferhenga-sekakan-didan/



26.02.2014 17:13 | cinorek

4. Em jî dibêjin didan. Lê nihe ne mesela dirane an jî didanê.

Ji ber ku em qedr û qîmeta wî baş nizanin loma serê me pê diêşe gelek caran. Ez bixwe di jiyana rojane de baş lê mêze dikim yanî hê çinebe firçe dikim û diçim kontrola. Kontrola par meha gulanê de di nexweşxaneya lêgerînî ya Amedê min didanekê xwe "kanal" kir. Bijîşk piştî tedavîyê tiştek neyînî negot û piştî çend mehan ez dîsa çume kontrolê vê carê hekîm go didanê te ê ku te kanal kirî rizîbuye û xesaret gehiştîye pidîya te loma em bikêşin. Eve şoka ewil bu ji ber ku didanên ku tedavîya kanalê bibînin divê xwelîserka reben êdî nerize jixwe tu sînîr mînîr namîne lê ê kanal kirî qeşmerî kirîye cihên rizî heyî rind paqij nekiriye û loma disa xirabu.

Neyse me go hema çibe kêşin bila biçît haa min bîrkir bêjim didanê min a ku xwarinan dipelçiqîne ye dıdanê axirîyê ye. Û min derman jî heftîyekê xwar ji ber "apse iltihap" ê piştî dermanê çum vê carê jî bijîşkek got (nexweşxaneya derê çiyê) ji ber ku didanê rizî kanalkirîye eger ez dest biavêjim dibe ku perçe bibe destê min de bimîne ez nikarim çêkim here zaningehê eve jî bi şoka 2 yê . Bu pife pifs min bu of ofa min lê neçarî hema 4 seet berê çum fakultê bi xêra nasekî çum nîk bijîşkekî piştî hinek prosedûr û fîlman dest bi tedavîyê kir cihek sar, tije makîne, alavên diransazîyê, tirsek dilê min de, hemû duayên hîşê min di zimanê min de, me bi rewşeke wiha dest pê kir piştî anestezîyî tiştek mîna pense di destê bijîşkêde dest pê kir didanê girt hêve weve kêşa bir û anî û kêşa dengê qirçînîyek hat çinkî didan şikest û dîsa pê alavek dî perçê mayî jî kêşa. Hinek nasîhat dikir girîya min hat lê ne ji ber êşê qet ne êşîya lê bandora wî bo derûnîya min xirab bu perçeyek bi qîmet di devê min de derket hemberî jî xemsarîya min bêtedbîrîya min .
.
Niha malê me û nîv seet berê min pembuya ser didanê xwe avêt û ez çibibînim Rebbîyo, ya star valahîyekî mezin nav du didanê min de dilê min pê şewitî. Kezzeep. :( Sankî kurekî min ewladekê mi ji dest min çu min bawer nedikir ku ewqas mezine lê mixabin cihê wî yê mezin de êdî tenê cihek vala, dîkîşkirî û xwînî maye. :(

Haj didanên xwe hebin qedrê wan bizanin



18.04.2018 12:44 | azad30

5. Xweşbûn û lihevhatîbûna diranan bi temamî genetîk e. Belê teqez bandora lêhaybûnê heye lê ger genetîka diranên te rizî bin tu çi bikî jî nabe.
Dema diranên min ên zaroktiyê ketin û di şûnê de yên mayî derketin yek jê nehat, yek jê di şûna yê nehatî de hat loma xwar bûbû û yek jê jî pirr piçûk hat. Ez ev dozdeh sêzdeh sal in di rojê de kêmtir sê caran diranên xwe firçe dikim, bena diranan bi kar tînim lê dîsa jî tartar jê kêm nabin, carekî çûm diransaz Min paqij jî kir axirî meheke şûnde dîsa tartar, kevir û zerbûn dest pê kir û dîsa bû mîna berê. Li zankoyê hevalekî min î malê hebû. Min bala xwe da ku ew zilam hîç diranê xwe firçe nake rojekî min go heyfa diranên te ne, rabe firçe bike. çû firçe kir piştre saleke temam dîsa firçe nekir. Ji min re got min di heyata xwe de herî zêde pênc şeş car tenê diranên xwe firçe kirine û hew. Lê ija we diranên lawikî bidîtana. Te digot qey xwedê bi cetvel û pergelan wan diranan saz kirine, heta tu bêjî spî dikir bi qasî quarkekê jî pûç nebûbû.
Min par cihê dirana xwe ya nehatî İmplant kir, yê piçûk bi zîrkonyum mezin kir û ma yê ku cihê şaş de hatî xudê bêje erê meheke paşê jî ezê wî zîrkonyum bikim û xelas. Ha du heb diranên min ên li paş jî ketine tevî ewqas xweyîderketinan



23.11.2019 02:18 ~02:23 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» diran di qirikê de ye

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî