Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
elcizîrî - tirşik
elcizîrî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. weke Elcizîrî an Ebûlizê Cizîrî an jî Bedîezeman Ebûlizê kurê Îsmaîlê kurê Rezazê Cizîrî tê zanîn .

dahêner û matematîkzan û stêrnas û endazyarekî kurd e. Ew qewî ji bo kitêba xwe ya bi navê El-Kîtab fî Meirîfet el-Hîyel el-Hendesîye ango Kitêba liser Zanîna Hîleyên Endazyaranî navdar e. Wî ew kitêb di sala 1206'an de nivîsiye û di wê de, digel nîgaran, behsa çêkirina 50 amûrên mekanîkî dike.

Ew demekê li Amedê jiyaye û bi xebatên xwe yên zanistî bandoreke mezin li ser zanista robotê kiriye û bingeha zanista robot û sîbernetîkê avêtiye.



tirk ji ber ku ev mêrxasê kurd di demê osmaniyan de jiyaye, wî weke zanistê osmaniyan an jî ya tirkan dibînin û pesnê xwe bi wî didin .



16.07.2013 00:20 | brusk56

2. Yek ji seydayên Medresa Sor a Cizîrê ye. Medresa sor bi dehan El Cizîrî derxistine ku her yek zana û rewşenbîrên delal in.



16.07.2013 00:23 | filankes

3. endazyarê meşhûr yê cizîrî ku niha gora wî di hewşa mizgefta nuh nebî de li qeta jor ya bi ser meqam û merqeda nûh nebî re de ye.. û ez ne şaş bim li mêrdînê û li çend mûzexaneyên din yên li bajar û dewletên muxtelîf mînaytûrên berhemên wî yên wekê seeta bifîl, (mekîneya otomatîk ya destnimêjê) tên pêşandan..



16.07.2013 00:54 | endazer

4. http://niviskar.com/doc/ismail.pdf



04.12.2013 03:32 | saladin

5.



20.01.2014 16:45 | pispor

6. ez ne xelet bim mêkutê dergehê mizgefta mezin ya cizîrê jî wî çêkiriye, yanî motîfa meşhûr ya ejderê cizîrê jî ya wî ye.. mêkutê ku ez behsê dikim jî ez ne xelet bim yek li mûzexaneya topkapiyê ya li stembolê û yek jî li mûzexaneyeka li londona paytexta brîtanyayê tê pêşandan..

ejderê cizîrê; http://www.cizrelim.com/upload/Cizre_8895837664.jpg



14.06.2014 20:23 | endazer

7. (bnr: el cezerî el- kurdî)



26.02.2015 14:03 | hûteheftserî

8. zanyarê kurd. lê weka her tiştî tirkê hov ew jî kirin tirk.



14.12.2020 12:56 ~12:56 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» elcizîrî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi dirok zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî