Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
interstellar - tirşik

komek astronot da ku ji bo mirovahiyê dinyayek nû bibînin ji "quleke reş" derbasî aliyeke din yê fezayê dibin....
(11 şîrove)
interstellar
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fîlma christopher nolan a nû ye. hefteya borî kete vîzyonê. li gorî dengên ku di imdbyê de hatine dayîn, ku 50 hezar in, weke fîlmeke baş xuya dike. puana wê anşha 9.2 ye. lê em vê jî dizanin; hemû fîlmên nû bi puaneke bilind dest pê dike û dawiyê hêdî hêdî dikeve. mesela bi texmîna min puana vê fîlmê wê 2 mehên din bibe 8.2-8.3 felan..

weke hemû fîlmên nolanî kadroya vê fîlmê jî gelek baş e: Matthew McConaughey, Anne Hathaway, Jessica Chastain, Matt Damon, Michael Caine*..

Ez qet naxwazim pere bidim Nolan lê wisa xuya dike ku ezê bi mecbûrî bidimê....



08.11.2014 16:16 | mergehez

2. fîlma ku gelek meraq dikim lê ji ber keça xwe ya biçûk nikarim herimê. li bendê me ku bikeve hinek derdoran *



21.11.2014 19:01 | simurg56

3. filma ku xêra tirşikvanên me yên sînemahez haya min jê çêbû. * zû de ye min guhdarî tu filman nekiriye, min jî ji xwe re filmek digeriya bo temaşe kirinê. ez ê di demek nêz de herim temaşe bikim û li vir şîrove bikim.



22.11.2014 01:49 | brusk56

4. fîlma ku ji xeynî 20-25 deqeyên dawiyê fîlmeke hollywoodê ye. Dengên min daye wê 8 e. Fîlma 2001: A Space Odyssey ku di 1968 an de hatiye çêkirin li gorî şertê wê demê ji interstellarê çêtir e. Wekî din ne 3D ye jî mixabin..



Li benda Hobbît bin çêtir e *



22.11.2014 10:56 | berxweda

5. navê fîlmeke christopher nolan e û par ketibû vîzyonê. fîlmeke pir serkeftî ye. senaryoya wê ji aliyê jonathan nolan û christopher nolan ve hatiye nivîsin. fîlm derbarê fezayê, qulên reş ên gerdûnê û derbarê têkiliyên navbera dem û cîh de ye.

(bnr: albert einstein)







10.12.2015 14:08 | nazim tolhildan

6. (bnr: interstellar)



10.12.2015 14:42 | sloujouc

7. filma ji ber ku pir dirêj e, min hê jî nekarî guhdarî bikim. ezê 3-4 saetan jê re veqetînim înşileh.



10.12.2015 15:02 | azadixwaz

8. yek jî fîlmeke herî xweş a christopher nolan e. her çiqas derexwezayî xuya bike jî temamê fîlmê li gor qanûn û teoriyên zanistiyê hatiye çêkirin. camêr tuyê bejî qey ev fîlm ji bo fem kirina (bnr: badana fezayê),rolatîvîteya demê û qulên reş yên fezayê çêkiriye. gelek gotinên (albert einstein) û stephen hawking yên min fem nedikir, di siya vê fîlmê de hişê min de bi cîh bû.



28.10.2016 14:39 | nazim tolhildan

9. Bi derengî be jî filma min bi kêfxweșî temașe kirî. Filmeke baş hatî nivîsîn û tiștin ji jiyana rastîn dianî bîra mirov. Piştî filmî mirov bêtir difikire ku wext tewandin û guherandin bêtir nêzik buye û êdî ne zêde dûr e.



02.08.2017 20:22 | azadixwaz

10. Hinekî bêhna bestsellera jê tê. Lê xweş e .



18.09.2017 10:47 | robar cilo

11. 3 seatên têr û tije û derbaskirina demeke xweş
ji bo temaşekirinê dereng mabûm.



14.11.2021 00:58 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» interstellar

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî