Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
kirîv - tirşik
kirîv
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kesê ku mirov di hembêza wî de hatuie sunetkirin.

vî wextê şevê hat bîra min, ji ber ku ji min hat xwestin ku bibim kirîvê kurê hevalekî.

neyse min dest bi lêkolînê kir ku ka divê ez çi bikim.

gorî wikipedia kurdî



"kirîvatî bi sedê salan e ku kirivati di nava Kurdan de didomîne û bûye wek saziya pismamtî û eqrebatiyê. Kirivati herweki mirovatiyê, şiraniyeke mezin dixe nava xelkê.



Dema zarûkên lawîn têne sinetkirin, di pêşa hinekan de têne sinetkirin. Ew kesê ku lawik di pêşa wî/wê de hatiye sinetkirin, dibe kirîvê mala bavê lawikê ku hatiye sinetkirin. Herdu ali û xizmên herdu aliyan ji hev re "kirîv" dibêjin. Di navbera kirîvan de, Şîraniye xurt çêdibe heta ku hin caran ew şîranî ji ya xizm û eqrebatiyê jî zêdetir dibe. Bi vî hawayî piştî ku du malbat dibin kirîvên hev, ev kirîvatî bi sedê salan didomîne. Îcar bi kirîvatiyê riya têkiliyên zêde jî vedibe û pirê caran kirîv qîz didin hevûdu, bi hev re bazirgantî û wekî din kar dikin. Kirîv dî şîn û şahiyan de bi ser hev de diçin û tên, di siqûmat û serpêhatiyên xirab de alikariya hev dikin.



Hetanî dawiya salên 1980 jî, her lawikekî Kurd dema hatiye sinetkirin, bêguman di pêşa yekî de sunet bûye. Yanî her kurdekî mêr ku jiyê wî ji 20-30î hevraztir be, bêguman kirîvekî wî jî heye. Lê mixabin ev rûdanên di van salên dawîn de wisa kiriye ku êdî nema zêde kes zarûkên xwe yên lawîn di pêşa hinan de sinet dikin."



16.09.2013 20:26 | simurg56

2. şivan perwer - kirîvê

http://tinyurl.com/nxv69r2



20.04.2014 14:34 | xwelî li ser

3. (bnr: godfather)



19.08.2021 18:06 | xelîl

4. Sernava ku stranek kevn anîye bîra min:
lo kirîvo, lê kirîvê





19.08.2021 18:55 | pîroz

5. Kirîv an jî kirîb li navbera kurda taybetî jî nav elewiyan cureyekî têkilî ye. Nav Kurdên sunnî zêdehî peyva (bnr: destebira) tê bikaranîn. Li cem me herdû jî tê bikaranîn. Ew kesên ku dibin kirîv an jî destebira heta hev dizanin piştgiriya hev dikin û ji hev re wek bira dimînin, nav civata bi hev tên nasîn. Xeberdanên xwe da ku qala hev dikin, van peyvan wek rengdêr bikar dînin. Berê raste rast vî halî bûye, niha jî gelek kes ji bo gazîkirin an jî bîranîna kesekî van peyvan bikar dînin lê êdî kûrahiya berê nemaye. Ji ber ku dem û civak guheriye êdî.



10.10.2022 22:12 ~22:14 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kirîv

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî