Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 29 peyam
meterîs - tirşik
meterîs
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Meterîs an antaq [îngîlîsî pillbox], [ tirkî korugan] tahkîmatên betonê yên herba modern in. Gelemperî ji beton û pola tên çêkirin. Gelek teşeyên wê hene lê yên herî pir tên bikar anîn yên gilover û şeşgoşe ne. Pirî caran piraniya wan di binê erdê de ne û jora wê weke qube an qabekê li ser erdê ye. Di jora wê de qulên teng hene ku ji bo peya karibin derdorê sax bikin û teqeya tivinga mekîna giran bike. Ev cûre tahkîmat ji bo parastina herêmekê, pirekê, avahiyekê an ji bo li herêmêke raberîyek were bidestxistin têne avakirin. Li hember çekên ferdî, bimba desta û moşekên biçûk pihêt in.

Herweha cihên meterîsan ji berê de tên diyarkirin û gelemperî di eraziyê de tên kamûflekirin ku ji nişka ve derkeve pêşiya dijmin û bandora şokê (matmayîn) çê bike.


Di şerê cîhanê yê duyemîn vir ve ji bo parastina xetekî tê bikaranîn. Mînakên wê yên herî navdar di xeta maginot de ji aliyê fransa li hember artêşa nazî hate avakirin. Herweha jêmayiyên meterîsan li tirkiyê ji dema xeta çakmak ku di şerê cihanê yê duyemîn de li hember artêşa nazî ji aliyê mareşalê tirk fevzî çakmak hatibû avakirin mane. Li bajarên edîrne û stenbolê hin meterîs li piya mane.


Li kurdistanê mirov kare bêje cara yekem li efrînê meterîs hatin avakirin. Li bakurê efrînê ji aliyê ypg ve li hember êrîşên tirkiyê meterîs hatin avakirin. Meterîsên wan bi tîpa gilover û çargoşe bûn. Her meterîs bi tunelên ku bi betonê hatibûn pihêtkirin û xurtkirin ve bi hev hatibûn girêdan. Dirêjahiya tunelan digihaşt 20 km û stûriya tawana tunelan gelemperî 60 cm bû lê belê li hin deran ji metreyekê dibihurî. Ev tahkîmat di êrîşa dagirkirina efrînê de hatin bikar anîn. Lê belê kêrî hêzên ypg ve nehat. Ev meterîs bûn hedefa topxane û balafirên artêşa tirk û gelek ji wan rûxiyan.



Here lînkê


Here lînkê

Here lînkê


Here lînkê


Here lînkê



20.12.2021 03:53 ~03:55 | tîrêj zana 21

2. (bnr: bunker)



20.12.2021 08:10 | dewbir

dengdanên dawîn (yên din..)
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
belki ev jî bala te bikişînin
» meterîs

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî