Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
miyelan - tirşik
miyelan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. cihek girêdayî Çêrmûgê ye. ji navenda amedê 120 km dûr e.
ser nexşeyê: Here lînkê

li vir sûlavên gelek xweşik hene. Di binê ya herî mezin de golek biçûk peyda bûye ku mirov tê de avjenîyê dikin. texmînî herî kêm 10 metre kûr e. ji ber ku di binê gelîyekî de ye, gihiştina wê hebkî zor e. der û dora çemê tev kevir in loma ji bo kampê ne guncan e lê belê li jora sûlavê tije cihên ax û rast hene.

riya wê heta gelek nêzikî wê, têra xwe baş e. piştî ku rê diqede, divê mirov xwe berde gelîyê ku bi qasê 200 metre kûr e.
cihekî gelek xweş e lê ji ber ku dûr e û zehmet e, zêde nayê zanîn.

jê re her wiha muskan û şeyhandede jî tê gotin.


Here lînkê
Here lînkê
Here lînkê

(wêne aîdî min in * )



23.06.2020 09:18 ~09:27 | simurg56

2. Hey gidiyo.
miyelan, xiraba muskan, gîrûz, axaçan...
Gava ez zarok bûm çend salên jiyana xwe min li vêr derbas kir. Li hêla jûra ku simurg58 wêne kişandiye min bi pisxaltiyên xwe we me masî digirtin.
Gûndên pir xweş in. Zazakî diaxivin lê hema hema giştkî bi kurmancî jî zanin.
Lê ewqas jî xof in.
li ser meseleyên biçûk radibin hewdû dikujin.
Îsal jî çend mehan berê li hêla miyelanê li gûndê axaçan camêrek li ser hebek ax hat kûştin.
Heyf.



23.06.2020 18:01 ~2020.06.24 04:55 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» miyelan

Kategoriyên mijarê:: geruturistik geruturistik geruturistik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî