Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
pîne - tirşik
pîne
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Kovara qerf û henekan. Demek hat weşandin û sekinî. Belqitiyê Mûrat batgî di pîne ye dinivîsand.



04.08.2013 19:00 | zîpik

2. kovareke xweş bû ku weke pêveka azadiya welat dihat belavkirin û diyariya wê ya ferhengoka pîne ji bo min bûbû destpêka kurdiya standart.

yanî ferhengoka pîne "pêveka pêveka azadiya welat" e.



04.08.2013 19:04 | simurg56

3. pîne ma nebû çi; bû kundur, bû $ûjin, bû kelmê$... Her ku bi navekî bihata girtin bi navekî din derdiket pêshberî me. Jî hin aliyan ve dishibiya Leman a tirkan û qasî ku min bihîst wê demê hin xêz bi tirkî bûn û dihatin wegerandin.



04.08.2013 19:25 | hemdilaarda

4. WEKE BIWÊJEKÊ :jİ deverÊ qetahÎ pÎne



05.08.2013 22:48 | seydayê_peyvan

5. kovara ku yekemîn car min kurdî xwendî.



13.08.2013 00:11 | gabarî

6. tiştê ku li cem me dibêjin rika



13.08.2013 00:57 | reşkêşevê

7. "pîne, bistîne, bixune, bigerîne" li med tv yê reklamek wiha hebu.



13.08.2013 02:02 | xurufi

8. pîne wektekî nîşanê xizanî û xeribîyê bu, paşê ku em mezînbûn, me lê rêni bûye mode..



24.08.2013 04:25 | avrel

9. Kovareke henek û mizahê bû. Heta sala 2000'a jî bi qasê ez dizanim di derket. Piştî wê salê ez nizanim aqubeta wê çi bû.



24.08.2013 09:00 | nan û av

10. Qûna bi pîne çêtir e ji zimanê bi pîne...



24.08.2013 10:25 | devliken kelogiri

11. Berê pîne hebû, ez negiham wan. Vêca çu nîne.



24.08.2013 17:42 | înano lo

12. Berê digotin quna wî pîne kiriye. Herwiha demekê kowareke karîkaturê bi vî navî hebû.



24.08.2013 22:59 | rojan

13. sloganeke wê ya din jî " pîne! devera qetayî em pîne dikin!" bû.



24.09.2013 11:02 | serxush

14. dema ez biçûk bûm di medya tv'yê* de reklamên wê derdiket.

ez ne şaş bim slogana wê wisa bÛ : sedî sed kurdî, pîne dixwîne



04.03.2014 21:00 | mergehez

15. kovara qerf û henekan e.. rojêke li firoşereke de dîtîbûm, li hindê(cem) min hevalek min hebû, kovarî royê min da( nîşanî) got, binêrê kovarek îngîlîzî derketiye, weke pine ( payn ) a îngîlîzî bilêvkirî ( Pine is evergreen, coniferous resinous tree..) dara qaj..



04.03.2014 22:01 | havka

16. wekî ez biçûk birayê min zanîngehê xwendekar bû. gava dihat mal ji bo me ev kovar di îna û dixwant.

sloganeke wê "pîne, pîne bixwîne pir bikene" bû.



04.03.2014 22:04 | korahî bîbilkêt min girtin

17. kovara her ku gotarên li ser zêde dibin slogana wê diguhere û her diguhere.



04.03.2014 23:02 | azadixwaz

18. sloganek din jî hebû "pîne, qûna tazî tembûrê dixwaze"..



05.03.2014 00:26 | berxweda

19. Kovara yekemîn ku min bi kurdî xwendî. Li dibistana leylî ango mekteba sêwîya da herkesî elîfba xwe ya destpêka quranê bi dolaba xwe ve didaleqand min pîne ya xwe di nav kinca de dıveşart jıber dı kontrola de kes nebîne..weke pirtûkeke pîroz min û hevalê xwe evara lê dimeyzand. Piştre pîne çu û vemirî lê pîne her bi me ve man...



18.04.2014 23:32 | birho_fîlo

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pîne kirin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi kovarqerfi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî