Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
riha - tirşik
riha
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi gotina kekê osê ruha



24.02.2014 20:40 | newenda

2. bajarê ku piştî 31 adarê 2014 şaredarê wê birêz baydemîr e ye



24.02.2014 20:51 | feqiyêteyran

3. bajarê ku hêdî hêdî xwelîya li ser xwe dadiweşîne û ber bi ronahîyê ve dimeşe ye..



24.02.2014 21:25 | azad zagros

4. tenê ji bo ku ev têkiliyên eşîrî yên di nav şêniyên vî bajarî de biçekÎ ji hev veçirin û bifeşkilin dixwazim ku osman baydemîr şaredariya vî bajarî qezenc bike.. di vê hilijartinê de jî ji bo muxtariyeke qûnbigû du malbatan ji hev 10 kes kuştine..



30.03.2014 16:12 | endazer

5. Bajarê ku heft heb pêxember xwarîye ye.hê ji me hêvî dikir ku ray a xwe bide osman baydemir. Li gorî rîvayetekî, nevîyê nemrud in *



31.03.2014 22:44 | nazim tolhildan

6. bajarê ku osman baydemîrê wenda kiriye ye.

erê we xelet fêm nekir, ne osman baydemir rihayê wenda kir. wan osman wenda kir .



01.04.2014 00:24 | brusk56

7. carina ez ji hevalekî min ya rihayî re bihenek dibêjim "heft pêxember hat, her yekî wan jî we rast nekir" . lê wer xuya ye ku bi rastî jî werê ye. mixabin birêz baydemîr vê carê biser neket.



01.04.2014 00:49 | kurê xelkê

8. TU CAR EWE NEKEVE DESTé KURDA WER Té XUYA navceyén wÎ welatparéz bin jÎ feyda nake rihayéra.

ji bo min wek adiyamane wek antebe mixabin



01.04.2014 11:58 | ferzad

9. Bajarê ku her tim ez dibêm dê vê carê rast bibe lê mixabin wekî gellek caran em dîsa xemgîn kirin û bawerîya me ya yekgirtinê belamela kir.



01.04.2014 13:58 | renas

10. Bajarê ku nêzî 230.000 deng dayî bdp. Xwelîser û nezanên 'fantezîparêz' hê jî nizanin ku ji 3 rihayî ya 1 ereb e ango tirkmen e,loma kurdên riha nîvî bêhtir dane bdp. Wece bila kes tu guyî nexwe û kelevajî neaxive bila hinekî demografîyê,sosyolojîyê bixwînin..



01.04.2014 17:15 | birho_fîlo

11. min di peyamên xwe yên kevin de gotibû ku ne gengaz e ku bdp di rihayê de qezenç bike lê bi ya min di vê hilbijartinê de osman baydemîr berendamê herî serketî ye ku ji sê qet bêtir rêjeya partiya xwe zêdetir kiriye. ev rekor e. ma riha ye riha! hew dibe mixabin...



02.04.2014 01:34 | ferhenga şikestî

12. bajarê ku bdpê, dengên we 3 qet zêde nekiriye.

di hilbijartina borî ya heremî de (2009), bdpê %10 standibû lê ev rêje ya navenda rihayê bû. wê salê rêjeya bdpê ya li tevahiya rihayê (il genel meclisi) %20 bû.

piştî ku riha bû bajarê mezin, êdî navçeyên wê jî tevlî şaredariya mezin bû.

yanî rêjeya bdpê, li rihayê %20 bû, niha bi saya baydemir bû %30. yanî %50 zêde kir. dîsa jî gelek baş e tabî.



02.04.2014 19:45 | simurg56

13. meriyên ku eslê xwe ji 'îsot' dihesibînin.îsot nanê wan e,şîva wan e,xwirinî û taştê wan e dîn û îmana wan e,jin ê namûsa wan e, debar û mesrafa wan e,felsefe û hunera wan e , nêrîna dinya wan e...lê bila neheqî ne be ne ji wan gişk.bi rastî ên mayîn jî ji îsotê hezdikin lê ne 'îsotçî' nin.



24.09.2014 21:35 | avaqerejdaxê

14. Bajarê ku navê xwe ji aliyê kurdînivîsan ve çewt tê bilêvkirin. Bi "h" ya peyvên "hezar ,herîr, hemîd" (ح) bilêv dikin lê ya rastî "h" ya peyvên "helbest , heval, hevîr " ( ھ ) e . Bi alfabeya aramî : رها



11.10.2022 16:37 ~2022.10.12 06:38 | navîgiranmezelîwêran

15. Bajarê ku li jor heval xwestîye navê wî rast bike lê yê hekarîyê xistiye nav komeke şaş *.

Ji Hekariyê qesta wê Colemêrg be هەکاری ye, حەکاری nîne.

Lêzêdekirin: gotina رحا hêsantir e ji رها yê li gorî min.



11.10.2022 19:11 ~19:12 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» riha

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî