Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
rome - tirşik

Rêzefîlma derheqê împaratoriya Romayî ye, ji aliyê hbo yê di sala 2005 a da 2 sezon û 22 beş hatiye kişandin. Kesên ku fîlmên dîrokî û boyî Romayî hez dikin gereke sêr bikin fîlm muameleyê însanên ...
(4 şîrove)
rome
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Rêzefîlma derheqê împaratoriya Romayî ye, ji aliyê hbo yê di sala 2005 a da 2 sezon û 22 beş hatiye kişandin.

Kesên ku fîlmên dîrokî û boyî Romayî hez dikin gereke sêr bikin fîlm muameleyê însanên Romayî ya rojane bi çavekî sade nîşan dide, Gava fîlm xilaz dibe meriv dibêje xwezî hinek jî dirêjtir bûya.

Piştî ku min wê fîlmê sêr kir ku zanî dewleta Osmanî û Tirkiyê dek û dolab, fen û fûtên xwe ya siyasetê ji Romayê wergirtiye, ji aliyên entrîkayên qirêj zahf dişibin hev. Jixwe dîrokzan dibêjin dewleta Osmanî romaya misilman e, siyaseta wan eynî dînê wan cûda ye. Herdu jî dîn dixine nav siyasetên xwe bi saya wê xwe zexim dikin.

Car caran Dîmenên bêsansur jî hene xwe miqate bin wê demê çavên xwe bigirin, dê bi silametî ve herin xatirê we Here lînkê





21.04.2020 00:57 ~01:06 | mîr

2. min çend hefte berê temaşe kir. rêzefîlm demeke dirêj vedibêje, mirov dixape ku dibêje qey tenê li ser sezar e lê na. honaka wê gelek xweş e lê berevajiya berfirehbûna demê, çîrok -bi xususî di sezona duda de- hêdî ye. lê avakirina lehengan, têkiliyên wan ên hevûdin bihêz e. sehneyên erotîk, di hinin cihan de ne erotîk, rasterast pornografîk bû. rêzefîlm ne rêzefîlmeke şerê ye, li ser entrîkayan ava bûye.

ji bo min tê de du leheng hene. ya duda pullo ye. ya pêşîn û hetahetayê bozikê min e:

zilamekî mîna lucius vorenus dixwazim. hew.

Here lînkê



21.04.2020 01:05 ~01:14 | biruya hayao miyazaki

3. min jî ev rêzefîlm hema bêjim 8 9 sal ewil temaşe kiribû û gelek jê hezkiribû.Piştê ku qediya min go yaw çima çima, rêzefîlmek ewqas xweşik , xwediyê senaryoyek baş û lîstîkvanên baş çima 2 sezon e.
pirr bi xemgîn bibûm û ji bîra min neçû demekî dirêj.



21.04.2020 02:23 | brzn

4. li ser rastiya tiştên di rêzefîlmê de cîh girtine:
ji sedî not zêdetir ev rêzefîlm dîrokî ye, tiştên rastin, ne yên çêkirî nin

+
pevçûn û şer û xwîn zêde cih negirtiye
libas û tişt û çek dîrokî nin
ne tenê jiyana serdestan lê ya bindestan, xulaman jî aniye ber çav, bi taybetî mirov dibîne ku jiyana xulamên jin çi dijwar e

-
çend kes ne dîrokî nin, wek atia, niobe
erotîzm hin caran dibe pornografî û hinek zêde cih digre
kalbûn û pîrbûn tune, ewqas sal derbas dibin, herkes wek xwe ciwan dimîne



21.12.2020 23:09 | afa

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» romeo ve juliet

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî