Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
semsûr - tirşik
semsûr
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bajarekê kurdistanê ye, di navbera meletî, riha, meraş, dîlok û amedê de ye. li gor daneyên 2015'ê ji 290 hezarî zêdetir mirov lê ne. bajarekê kevn e, heta dema hitîtîya diçe. li wir împaratorîya kommagene ava bûye, berhemên wan niha di lîsteya unescoyê de ye.



02.03.2017 15:03 | xendekî

2. bajarê apê osman û evdila koçal û şêxmus daxtekîn. bajarekî kurda ye dike asîmîle bibe. bajarekî sar û muhefezekar e. ji ber vê taybetiya xwe bêhemd an jî bi hemdê xwe gelekî bi kêrî daişê hat. gelek xortên sosyopat ên hay wan ji bayê felekê tunebu bi awayekî tevlî daişê bun û xwe li vêdê û li wêdê teqandin. nizanim niha belkî li cinnetê di nav nizanim çend horiya de bin!. nizanim. lê vÊ zanim gelek zerar dan kurda û malbatê xwe berê berê jî dan ruhê xwe. çun gelek ji wan xortan ez wan didim xatirê apê osman û kek evdila.



03.03.2017 20:08 | hêvî

3. kurdên ku bi piranî di nav bera tirk û kurdan de diçin û tên *



05.06.2020 15:11 | merwano

4. Parêzgeha kurdên henefî û elewî ye. Elewiyên semsûrê piranî di gundên girêdayî navendê de dijîn. Eşîra Xidirsor/Xisorê bi temamî elewî ye. Eşîra Kawê nîvi elawî û nîvi sunî ye. Reşî bi temamî sunî ye û piranî li hêla Kolikê dijî. Eşîra Mîrdêsan jî li Kolikê dijîn û sunî ne. Li Semsatê jî eşîra Bêzikan heye û ev eşîr jî sunî ye. Suniyên vê parêzgehê bi temamî henefî ne. Li rojhilatê parêzgehê, li navçeya Gergerê dimilî hene. Li navçeyên wek Gexte/Kolik, Semsat û Sincikê kurmanc hene. Li rojavayê parêzgehê li navçeyên wek Tût, Golbaşî, Bêsnî û Şembeyatê tirk û kurmanc di nav hev de dijîn. Li navendê jî piranî kurd dijîn lê hinek tirk jî hene. Tirkên semsûrê yên navendê wek “‘eboş” tên binavkirin. Tirkên navçeyan tirkmen in û cihê ne. Bajarekî sar û mihefezekar e. Kesên wek Osman Sebrî, Samî Tan, Mehmet Oncu, Şêxo Fîlîk û Rawîn Stêrk ji vî bajarî ne.



14.06.2022 09:50 | reşwanî

5. bajara ku paş 06.02.2023 erdhejên dîlokê rewş pir xirab bûye. hema hema nivê avahiyan hilaşîne.

Here lînkê



08.02.2023 13:39 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» semsûr

Kategoriyên mijarê:: cihuwar cihuwar cihuwar kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî