Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
sitî - tirşik
sitî
(12) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Peyvek û herwiha bi kurdî navek ji bo jinan e.
~~~
Ew peyv her tim bi min ecêb te. Ez ê niha ji we re behsa 3 welatan bikim. Li wan her sê welatan jî ew peyva heye û derbarê jinan te gotin. Lê nizanim eslê wan yek e yan na.

*kurdistan
*endonezya
*hindistan


Li kurdistanê naveka popûler e. Di destana memê alan de derbas dibe. Navê xûşka zînê sitî ye. Herwiha di berhemên modern de jî heye; jina reîs bey di fîlma vizontele de û sitî xanîma şanoger di rêzefîlma mala minê de.

Li endonezyayê jî weke navê jinan te bikar anin. Google dibêje ew navê herî popûler e di nav jinên endonezî de. Min ew peyv ji hevalekê xwe yê endonezî pirsî. Got te maneya banû, xanîm. (*herwiha li seûlê lokanteyeka endoneziyan heye, nav siti sarah e. Xwediyê lokantayê navê xwe daye dikana xwe)

Li hindistanê jî ew peyv heye. Lê hebekê cûda ye. Seba kuştina jinan paş mirina mêrên wan te gotin. Di hinek mezhebên hinduîzmê de ew rîtuel heye. gava mêrek dimire bi meyîtê wî re hewre jina wî jî dişewtinin û dikûjin. Ji bo wê rîtuela û jina te kuştin re jî dibêjin sitî/sati/suti:

Here lînkê



06.05.2020 23:19 ~23:32 | cinorek

2. (bnr: tajdîn û sitî)




06.05.2020 23:29 | cinorek

3. navekî gelekî xweş
û di destana mem û zîn de karaktereke grîng



07.05.2020 04:27 | rizgan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» sitî

Kategoriyên mijarê:: nuce zimandijun zimanbiwej zimangotinepesiyan zimanpeyv nuce zimandijun zimanbiwej zimangotinepesiyan zimanpeyv nuce zimandijun zimanbiwej zimangotinepesiyan zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî