Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
skype - tirşik
skype
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. bernameya axaftina demildest. yanî ya chat'ê. berî demekê ji aliyê micrisoftê ve hat kirîn.

bernameyek serkeftî bû lê piştî kirîna microsoftê êdî ji ber reklaman tama wê kêm bû.

van rojan kampanyayek çêkiriye û endamiya belaş ya ji bo bikaranîna profesyonel û bêreklam belav dike; https://collaboration.skype.com/promotion/



22.12.2013 14:29 | simurg56

2. hê jî nizanim ferqa wê û msnê anku messengerê çi ye..



22.12.2013 14:46 | endazer

3. bernameya ku ji aliyê axaftina bidîmen ve, ji msnê gelekî serkeftîtir e.

berî ku microsoft bikire jî min skype bi kar dianî. ji ber ku him tê de reklam meklam tune bû, him jî axaftina bidîmen de qutbûn çênedibûn û veguheztina dîmenan biqalîtetir bû. ji aliyê din ve ger mirov kontor bikire, dikare bi vê bernameyê telefonê jî bike telefonên bêrikan û yên malan. tabî êdî ev ne lazim e. lê berê, gelek kesan bi saya vê bernameyê bi bûhayeke biçûk axaftina navnetewî dikir.



22.12.2013 15:04 | simurg56

4. programê ku ev nêzî sê meh e nikarim bi kar bînim. min ji kompîtur paqij kir, carde bar kir. nebû. min versîyona kompîtur zêde kir, şukir ku vê gavê şixûlî. lê vê carê jî tomarker* heta ji koşekekî diçe koşeya din, meleyê me yê li ser jin ranabe, avdesta xwe ya xuslê digre, azana xwe dide û serê xwe datîne erdê... çav kwîr bûyê... te'm nehişt, mecbûr mam ku carde pajij bikim û min dest bi jiyana xwe ya bê skypeê kir.

-zêdeyşina piştî nizanim çend salan a mecbûrî: serastkirina çend xeletiyên rêzimanî -helbet ergatîv-ergatîvicusan. *



22.12.2013 18:04 ~2019.11.26 21:31 | biruya hayao miyazaki

5. bernameya ez bi kar nînim lê ji ber qelîteya wê gelek caran dibihîsim ku gelek kes dersên online li vir didin, ew jî nîşaneya qelîteya wê ye.



25.11.2019 00:15 ~00:42 | berxweda

6. Bernameya ku ez li serê dersên Kurdî didim.
Bi şeref ji Mosko heta Tel avîvê, heta Londrayê heta Belarûsê dikşîne, weke ciya min gotî weke eynikê ye*



25.11.2019 00:41 | gulêê

7. wekî gotineke navdar dibêje, all gay people are on skype, always baby. tu carî qîmeta xwe winda nake. piştî serkeftina whatsappê, guhertoyeke lite derxist bo telefonan ku ji guhertoya xwe ya fermî siviktir e. lê ji ber ku xwe bi jixweberî girê dide têkilîdêrên telefonê mîna whatsappê, divê çavlêyan piçek hay ji xwe hebin. mirov naxwaze tiştên nexwe bijîn. *



25.11.2019 23:09 | biruya hayao miyazaki

8. servîsa ku heta pandemiyê di qada video-konferansê da yekem bû. çi qewimî, çawa çêbû nizam belê hemû nanê pandemiyê sepana zoom xwar. Cara yekem bû ku xwe bigihînin hemû dinê belê çênebû.



19.05.2021 22:24 ~22:59 | hueyn

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» skype

Kategoriyên mijarê:: teknoloji komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî