Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 12 peyam
stêrk - tirşik
stêrk
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Stêr, histêrk.



21.03.2014 20:54 | dara berrûyê

2. Taybetmendiyeke tirşikê ye. Dema meriv (u: binivîse û tiştekî binivîse û kevanê bigirê, ew tiştên ku di hindurê kevanê de hatine nivîsîn tenê weke stêrkekê xuya dike. Dema meriv mişkê xwe bibe ser stêrkê ew nivîs xuya dikin. Tabî di kombersê de ev werê ye lewra di telefonan an jî tabletan de mişk tune ye. Dema meriv pêl li stêrkê bike. ew tiştên ku di hindurê kevanê de hatine nivîsandin, weke ku mijarek be, vedibe. Lê ev Taybetmendî mixabin di telefonê de naxebite. Dema meriv pêl li stêrkê dike, dîsa heman mijar vedibe.

hawar simurg hawar taybetmendiyê sererast bike, wisa nabe..



19.01.2015 15:32 | mergehez

3. gava ez zarok bûm min digot qey,mastêrk û stêrk heman tiştin..ez bûm ciwan min fehmkir tû eleqa van bihevre tûneye.



19.01.2015 18:10 | hesen bira

4. pêkan e (heta xuya ye) ku pêwendiya wê ya organîk bi peyvê histirî /strî/sitrî heye.



19.01.2015 19:21 | biruya hayao miyazaki

5. (bnr: stêr)



20.01.2015 19:05 | ferhenga şikestî

6. ger em baş bala xwe bidin zanîstiyê, emê jê derxin vê rastiyê ku em hemî însan û heywan û ax û giya hwd.. jêmayiyên stêrkekê ne..
wek tête zanîn stêrk demeke şûnde diteqe, em ji vê teqîna stêrkan re supernova dibêjin, piştî teqînê jî ji jêmayiyên stêrkê gerstêrk çêdibin, ango bi mirina stêrkekê tiştên din diwelidin..
mirov ji axê çêbûye, ax jî ji stêrkan ev jî tê vê wateyê ku însan di heman demê de stêrkek e..

di mîtolojiyê dibêjin wexta însanek dimire stêrkek jî dimire, bi ya min ev jî tiştekî hêmayî ye.



24.01.2017 15:39 ~15:41 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» stêrka karwan

Kategoriyên mijarê:: tirsik zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî