Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
yasemîn - tirşik
yasemîn
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. straneke siya şevê ye.
navê stranê çima yasemîn e nizanim lê stran zor xweş e.





"
....
lê ma bê, lê ma bê
lê ma ji bo çi?
lê ma bê, lê ma bê
lê ma ji bo kê?

tu dûr î...?
tu dûr î...?
lê ma ji bo çi?

lê nebê şer, ez hatim ji nav şer
xwîna li ser strana, anîm ji ter
lê nebê şer, ez hatim ji nav şer
xwîna li ser strana, anîm ji ter

ay yay ya, nebê na
ay yay ya, nebê na

ax nedûr ba, ax nedûr ba
ay yay ya ne digo na
ay yay ya ne dibê na
ay yay ya....

lê ma bê, lê ma bê
lê ma ji bo çi?
lê ma bê, lê ma bê
lê ma ji bo kê?

lê ma bê, lê ma bê
lê ma ji bo çi?
lê ma bê, lê ma bê
lê ma ji bo kê?

tu dûr î...?
tu dûr î...?
...
"

edit: lînk hat rojanekirin



09.02.2014 12:59 ~2017.06.26 12:22 | simurg56

2. strana ku ji vir bi qasî deh meh berê, nêzikî hefteyek ez dîl girtîbûm. gotin na lê bes mûzîka stranê şîzofrenî te bi xwedê



09.02.2014 18:00 | ferhenga şikestî

3. ji devê hevalê min, li ser hevaleka hevalê min hatiye gotin ev stran.. lê ji derfet çênebûye ku ez ne ji devê xwediyê stranê û muxatabê stranê, pişt li vê îdîaya hevalê xwe rast bikim..



09.02.2014 18:59 | endazer

4. behsa evînê dike..



09.02.2014 21:51 | hemokrates

5. di cihê xwe de nasekine, nehs e, nesekinî ye, newekirî ye, şerûd û gelac e, dehwa şer dike, siyek ji nav şevê derdikeve û xwîna li ser stranan jê re tîne, ji xwe ve diçe, bêhiş dikeve.



18.11.2014 21:51 | uciezkvidyêvp

6. Lîsteya stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin da strana ewilîn a ku hatiye nivîsandin e. simurg56 sala 2013 an de nivîsiye.
du sal ewil min meraq kiribû da ku strana ewilî kêjan e û kê nivîsiye, min lê nihêrîbû û min neecibandibû. Lê niha eva du roj in min îmana stranê jê stand.
Stranên siya şevê wisanin. Tu carên serî da naecibînî lê paşê çend cara ser hev guhdar dikî idî nikarî dest jê berdî.

Ev strana jî wisa ye. Niha guhdank stûyê min alîyaye. Ku ez xewra herim dibe ku ez bixeriqim jî lê ne xem e lo kul li min nayê.

Guh didim stranê..
muzîk çi doktorekî baş e yaw!



26.06.2017 02:06 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» yasemîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî