Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
zembîlfiroş - tirşik
zembîlfiroş
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

2. Navê albûmê Şivan perwer û gulîstan perwer e.



07.06.2017 21:03 | cûndûllah el-kurdî

3. Zembîlfiroş zembîla tîne
Rebeno zembîla tîne
Li sûk û li mihela digerîne
Li sûk û li mihela digerîne
Gul-Xatûn li bir rê dibîne
Aqil diçe, sewda dimîne
Zembîlfiroş lawikî Derwêş e
Bi rebeno lawikî Derwêş e
Kerem bike tu were pêş e
Bihayê zembîlê xwe bêje
Xatûnê wez tobedar im
Hirmetê wez tobedar im
Ez ji rebê jorî nikarim
Zar birçî ne li mal in
Zembîlfiroş lawikê Ebas e
Rebeno lawikê Ebas e
Bi tena derpî û kiras e
Ji destê Xatûn nabe xilas e
Xatûnê gerden bi morî
Delalê gerden bi morî
Şixûl nabe bi kotek û zorî
Zembîlfiroş çû Kela Mîrê Rewan e
Bilind e xwe di kelê de berda bû xware
Vê evdê wê bi gunekar e



28.12.2017 15:39 | kurdokercewsî

4. Zembîlfiroş kurê hikumdarekî ye, ji nêçîr û keyf û şahiyê pirr hez dike. Rojekê wexta diçe nêçîrê di ber tirban derbas dibe û dikeve nav fikr û ramanan. Piştî vê fikirînê êdî dev ji keyf şahiyê berdide û dibe derwêşek. Debara xwe bi çêkirin û firotina zembîlan dike. Rojekê wexta di ber qesra Farqînê re derbas dibe jina mîr wî dibîne û aşiqî wî dibe. Bi zorê wî dihêne hundirê qesrê û derdê xwe jê re dibêje. Zembilfiroş dibêje na ez xwediyê zar û zêç im, ez tobekar im lê jina mîr fahm nake û bi zorê wî zeft dike. Zembîlfiroş gava ku firsetê dibîne direve lê jina mîr jî dide dûv wî û diçe mala wî. Jina wî bi mal û milk/pere dixapîne û dikeve nava ciyan. Zembilfiroş wexta dihê û dikeve nava ciyan di serî de fahm nake jina mîr e lê gava piyê wî li xalxalê dikeve fahm dike û ji nava ciyan derdikeve û direve lêbelê Xatûn jî dide pey wî. Zembilfiroş fahm dike xelasiya wî ji vê jinikê tuneye, xwe ji ser çiya diavêje û dimire. Piştî xweavêtina Zembîlfiroşî Xatûn jî xwe diavêje û dimire.
(Xwedê mirov ji jinên wisa biparêze*
*Çavkanî: kovara jms, cîlda 3. Hejmara 1., 2018



20.03.2020 21:01 ~21:03 | xabûrî

5. dema kû ez zarok bûm, dîya min di şevên germ ên havînê de ji min re wê çîroka digot. Bi vî awayî min dest bi hezkirina çîrokan kir.




dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zembîlfiroş

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî