Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
anatolya - tirşik
anatolya
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Anatolya navê axa Komara Tirkiyeyê ya li parzemîna Asyayê dimîne ye. Anatolya nîvgiravek li parzemîna Asyayê ye û sînorên erdnîgarî yên vê nîvgiravê wiha ne:

Here lînkê

Navê Anatolya ji peyva Yewnanî anatolia-yê tê ku tê wateya "cîhê ku roj lê radibe, hil tê". di serdema bîzansê de, navê parêzgehê, Anatolya Navîn û rojhilatê Mediterranean Sea anatolikon bû. anatolikon jî; tê wateya navendên îdarî yên li rojhilatê.

Koka peyvên anatolia û anatolikon li ser bingeha natolia ye.
Natolia di serdema împaratorîya romayê û serdema romaya berê ya Rojhilat de navê axên rojhilat bû. lê tiştek wiha heye ku em dikarin bibêjin natolia pênaseyek Dînî ye.

Dema ku împaratorîya Romê Xirîstiyantî wekî dînek fermî pejirand, baweriyên pagan hîn jî li Anatolyayê hebûn, ji ber vê yekê bi taybetî Bîzans van erdên ku ne di ekumenîzma ortodoksê de ne, wekî parêzgeh pênase dikir û piştî ku yekîtiya Xirîstiyanî li Anatolyayê pêk hat, ev herêm ji asta parêzgehê hat derxistin û navê natolia bi pêşgira "a"yê ku di zimanê yewnanî de wekî qertafa neyînî tê bi kar anîn ket ber peyva natoliayê û şiklê xwe yê îro stend.

Di deme neolîtikê de jiyan li doraliya Anatolya û li Anatolyayê pêş ketiye. Ji ber çemên Dicle û Firatê, di demên dawiyê yên neolîtîkê de mirovan  çûne wan herêman û li Anatolyayê bi cih bûne û wê hingê heta niha Anatolya ji bo gelek netew û dewletan bûye war. ez ê jî bi rêza kronolojik çend netew û dewletan li vir rêz bikim.

Hîtît,
Urartû,
Frîgiya,
Lîdya,
Fenîk,
Cihû
kurd
Pers
Med,
Asurî,
romî,
Osmanî,
turkiye...

....



11.09.2021 21:42 ~21:45 | yûsiv

2. erdnigariya ku weke asia minor (asyaya biçuk) jî tê nasîn.



11.09.2021 22:57 ~22:59 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» anatolya

Kategoriyên mijarê:: cihuwar dirok cihuwar dirok cihuwar dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî