Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


24 mijar û 42 peyam
pawanekanî - tirşik
pawanekanî

Navê mijarê ya ewil ev bû:pawanekani
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Straneke bi zaravayê soranî ye, şivan perwer û nazmî nazim bi hevre amade kirine. Şivan perwer gelekî rind dixwîne gava meriv guhdarî dike ji xwe ve diçe.



Kardeş turkuler jî wekî enstrûmental xistiye albûma xwe û her wiha di filma yilmaz erdogan ya vîzyontele de jî cih digire.



Li tirkiye wekî vî navê tê zanîn lê belê dibe ku Rastnivîsa navê stranê ji van yekî be: Pewanê kanî, Pawanê kanî



Edît: vîdyo nedixebitî min rakir.



31.01.2015 01:30 ~2015.04.21 14:20 | mîr

2. yek ji stranê herî xweş ya şivan perwer e. jixwe hemû stranên wî yên li gel kardeş turkuler, gelek serkeftî ne.



21.04.2015 20:19 | simurg56

3. yek ji xweştirîn stranên kurdî ye û şivan jî bi layiqî ji heqê stranê de tê.. zêde hej stranên şivan nakim lê li ber dilê min ciheke mustesna ya albûma wî ya roj û heyv heye.. dema ez diçûm lîseyê hingî walkman hebûn, dema ez li iettyê siwar dibûm gelek caran min ev albûm datanî ser..



21.04.2015 20:45 | endazer

4. strana ku ne hewceyî wesf û pesnan e, wek ciwan digo, gotin sar dibin wexta pesna te didin..

li jor jî hatiye dubarekirin ku yek jê xweştirîn strana şivan perwêr e



21.04.2015 20:51 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» pawanekanî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî