Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [almanî] de;

14. zimanê ko bi řamana min mirovên herî guncav ji bo hînbûna wî kurdên ko bi tirkî û îngilîzî dizanin in. belê divê wun pêşîyê sê zimanan bizanin bo almanî hêsantir bibe :D

avantajên kurdîyê: bi saya kurdîyê wun ê bikarin dengên almanî yên wek "ê", "x" û "xeyn"ê bi lêv bikin. herwiha di kurmancî û zazakîyê de jî zayenda peyvan heye loma ev taybetmendîya almanîyê dê li we cida neyê.

avantajên tirkîyê: di almanîyê de çar řewşên navdêran hene; nominativ, akkusativ, dativ, genitiv. di tirkîyê de pênc in; yalın, belirtme, yönelme, bulunma, ayrılma. di kurmancîyê de du ne; tewandî, netewandî. di îngilîzîyê de nîn in. loma zanîna tirkîyê hînbûna vê taybetmendîya almanîyê hêsantir dike. bo nimûne cînava "tu"yê bi çar zimanî:
1. tu / you / sen / du
2. te / you / seni / dich
3. te / you / sana / dir

avantajên îngilîzîyê: îngilîzî û almanî di heman zimanmalbatê de ne loma gelek peyvên hevpar û hevřeh hene. hinek taybetmendîyên řêzimanî jî nêzîk in.



20 roj berê 23:19 ~23:34 | keyomerd