Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [albus dumbledore] de;

2. Bi navê xwe yê rastî, Albus Percival Wulfric Brian Dumbledore, sêrbazekî jîr, jêhatî û gelekî bêhnfireh bû. Albus, bi zimanê latînî ‘spî’ ye, di wateya zanîn û roniyê de. Peyva Dumbledore jî tê wateya ‘mêşa hingiv’, ji ber ku Dumbledore her tim di jûra xwe de diçû û dihat, dimeşiya, digeriya.

Di sala 1881an de hatiye dinê û di 1997an de, di 116 saliya xwe de, bi destê Severus Snape, bi naleta Avada Kedavra hatiye kuştin. 53 salan wek midûrê Dibistana Hogwartsê ya Sêrbazî û Cadûtiyê kar kir. Patronusa wî Teyrê Sîmorx e û herwiha serok û birêvebirê Rêhevaltiya Sîmorxê ye. Di ciwaniya xwe de ew jî, mîna her sêrbazî, ketiye pey Pîroziyên Mirinê; asaya dartureşkê, kevirê vejînê û pelerîna nexuyaniyê.



13 roj berê 05:23 | tizbîkêş