Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pirtûkhez

profîla "pirtûkhez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [komîsyona edebîyata kurdî a zanîngeha boğaziçiyê] de;

1. ev komeleya ji alîyê xwendekarên zanîngeha boğaziçiyê hatîye damezirandin. hêjaye ku di bin banê zanîngeheke xwedî prestîj da , bi hewl û xebata ciwanan li stenbolê gelek çalakîyên xweş pêk tên . bi heman awayê di zanîngeha koçê da jî komeleya ziman û wêjeya kurdî heye . ne ku mineta akademîya tirkan e , a rast akademîyên tirkan tune ne axir navê wan wisane * ev encama xîret û îradeya ciwanan e . dîyare ciwanên kurd bixwazin dikarin li zanîngehên din jî komele an jî komîsyonên wisa damezirînin . xwedîlêderketin û cidîyet tiştekî wisaye .
sê-çar sale xebatên wan dişopînim ,axir do derfeta min çêbû tevlî çalakîya wan bûm . mamoste roşan lezgîn mêvanbû mijar li ser wergera metnên pîroz li ser zimanên din .
dibê kurd hay ji çalakî û xebatên wilo hebin ,biçin , heger derfetên we hebin çi komele ,çi komîsyon çi jî koman damezirînin . lê şertê ewil ji bîr nekin ,ew şerta ne axaftina bi kurdî ye ; bi kurdî pirtûkan bixwînin.
rûpela wan ev e ⤵️
Here lînkê



25 roj berê 18:34 ~18:37 | pirtûkhez