25. ne ji bo kovarê dibêjim keko, ji bo xebatên wê yên pirtûkî dibêjim. maşeleh xizmeteke mezin ji birayên xwe ye tirk re kiriye. şeş heft pirtuk wergerandine tirkî ji bo avesta. |
|
22.05.2014 00:08 |
dara
|
23. berî ku dest bi postkolonyalîzmê bikin gava pêşî bila edîtora kovarê dev ji wergerkirina berhemên bi îngilîzî ji bo tirkî berde ku ji xwe ev nivîskar kurd in. bila wan wergerîne kurdî û paşî behsa postkolonyalîzmê bike. |
|
22.05.2014 00:00 |
dara
|
11. di kovara di destê min de kadro 12 kes in. ji wan pênc kes veqetiyane. ji bilî pênc kesên ku nivîsandine û jê veqetiyane, nivîsa omer delîkaya û îlyas suvagci jî heye ku a di lijneya weşanê de ne. û dawid yeşîlmen jî hevpeyvîneke qerase kiriye. naxwe nayê wê wateyê ku yên jîr jê veqetiyane û yên din jî têde mane. wek mînak nizanim çawa gotara bawer ruken çapkirine, lê min ê ji ser deh puanan yek puan bidayê. bi awayekî cidî difikirim analîzekê li ser hejmara pêşîn binivîsim niha. heya bidime kovarê jî. heger rexnegir bin berra jî ê çapbikin... |
|
02.03.2014 14:26 |
dara
|
10. ez yên ku di wêje û rexneyê de dixebitin niha, nasnakim. çiqasî zanene çiqasî nezanin nizanim. min navê çendeka ji wan nû bihîstiye. lê sê kesên qoserî jê derketine. em qoserî dixwazin li pêş bisekinin hertim. heyfe ku hêviyek dame û belav bû. travmaya belavbûnê ketiye mêjiyê me de. du kurd têne cem hev du partiyan ava dikin. |
|
02.03.2014 14:07 |
dara
|
5. di daxwiyaniya kovarê de hevokeke wisa heye ku min fêm nekir dixwazin çi bibêjin: "Hîn kovareke ku ji sedî sed beşên hunerê yên wek wêje, sînema, muzîk, hunera aktuel an jî sosyolîngûîstîkê ji xwe re bike qada xebateke profesyonel nîne." ma ev heval ne di kovara wêje û rexneyê de cî digirtin gelo? Naxwe divê navê kovara Wêje û Rexne yê jibîrnekiribane. Bi ya min tevî kêmasiyên xwe, kovara Wêje û Rexne, kovara pêşî ya kurdan e ku bi giştî li ser teoriya edebiyatê disekine û xwedî bernameyeke aqilaneye. ê heyf be ku neyê çapkirin. di daxwiyaniya kovara zarema de bêhna egoyên şexsî tê bêvila min. min kovara Wêje û Rexne heme bêje %80 xwendiye heya îro. lê hêvîdarim Zarema jî biqasî wê serkeftî be. heya wê derbas jî bike. |
|
01.03.2014 16:41 |
dara
|