Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kurdoyevskî

profîla "kurdoyevskî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [baqî xido] de;

8. dengbêjê nemir baqî xido di sala 1920 anda li rojava yê kurdîstanê bajarê kobanî yê ji dayik bû ye. di sala 2009 anda jî çû li ser dilovanî ye xwe. yezdanê dilovan cihê wî bike bihûşt...wek her zarokên gelê berazan da di zarokîya min da jî cihekî giring girt û roleke mezin list. di mala me de hemî qasetî wî hebûn û kilamên wî jî hemî bavê min jî ji me ra digot. bavê min him bi stran digot him jî çiroka stranan ji me ra digot. qehramanê stran û çirokî wî da, bûn qehramanê jiyanê min a zarokî û xortanî yê. dema stran û çirokî wî guhdar dikirin diketim heyala û di heyalê xwe da ez geh dibûm dewrêşê evdî li hamber tirkan û gêsan şer dikir, geh dibûm ewnî beg ji bo gelê bindestan çek ra dikir... stranên xwe yî herî bi nav û deng: dewrêşê evdî, delal, xalo, ewnî beg û dilo ye. lê di zarokî û pirr jî xortanî ya min da a herî kêfa min jê dihat strana "dilo" bû. gotinê vê stranê zehf xweşin. di kereme xwe va çend gotinê strana dilo bixwînin:

dilo

hey lo dilo, way lo dilo

neçaro dilo, xwînîyo dilo

hey lo dilo, way lo dilo

bê aro dilo, arsizo dilo

te serê min da nehîştî ne hişo ne aqilo

hey lo dilo tu delalî

lo dilo tu delalî

tu çira ro digrî, lo dilo şev dinalî

ma ne bese ji te ra dilo

te ez xistim vî halî

ê lo dilo malxerabo

tu çîya ne mezintirî dilo

lo dilo tu çira xwe çîyan mezintir dikî dilo

tu biçûkî dilo...



stranê jî li ser vê linkê guhdarkin:



23.02.2014 12:34 | kurdoyevskî