1. veqetandekên binavkirî -ê, -a, -ên
-ê ner û yekjimar, - a mê û yekjimar, ên ji bona pirjimariye
veqetandekên nebinavkirî dudu ne "-ek û -in" . dema ravek pêk tê veqetandeka -ek li gorî zayenda ku dimîne û qertafan werdigire.
-eke ji bo zayenda mê û yekjimar
hevaleke min bû mamoste.
keçeke te çû dilanê,
pênûseke reş bikire
bizineke beş wenda bûye.
masayeke mezin li mala me heye.
-ekî ji bo zayenda nêr û yekjimar
lawekî wê bi gogê dileyîze.
deriyekî fêrgehê şikestiye.
guhekî sînemê nabihîse.
xalekî te endezyar e.
wî nanekî tendûrê xwar.
-ine ji bo pirjimariyê
xwendekarine zaningehê çûnê geştê
maline bajêr hilweşiyane.
keçine te nehatine dilanê.
lawine wî endazyar in.
pênûsine wê wenda bûne.
jêgirtin: waneyên rêziman û rastnivîsa kurmancî, ç. taş
|