Tirşik - Profîl
tirşik-profîla havka

profîla "havka"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pî] de;

7. 1-pî kirin bi tirkî "taşimak, omuzlamak" e..li ser milan tiştan kişandinê de divên(dibêjin)

-turik avet li ser piyê xwe..

-avoyê avzar sê qasayên mişmişan pî dikir ji kepirên jêrî gund dianî ber islîmê..

dema diçûn zeviyê zarokên hûr (biçûk) pî dikirin

2-yek jî di dema li ber gerînê de dibêjin..

wekî, qadê te pî kim(bikim), ber lingê te bimirim murod...bi tirkî "kadani omuzlayayim"e



14.01.2015 19:30 | havka

4. gotina (bnr: pêçik) jî heye.. wate ling an jî nig e bi tirkî bona ayak û bacak e dibêjin û ji pêçî (tilî)ye cuda ye...bi hev re tê bi kar anîn....pî kol a tirkî ye..

li gundan dema pêçikên sewalan mîna mîh, bizin..hwd xiş dibû (şikestin) wan bi çatan ( çapût) û darikan ve girê didan.bi wî avayî ji ber ceribandinê li ser şikêstina hestiyan an jî cihê derketina pî û pêçikan hin kes dibûn şareza.. dema pî û pêçikên(lingên) mirovan dişikest an jî li şûnê derket cihê birina bijîşkan dibirin ba mîrovên şareza..



13.01.2015 22:47 | havka