Tirşik - Profîl
tirşik-profîla havka

profîla "havka"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirsgirêka bi kar anîna klavyeyên cuda] de;

1. par ango sala çûyînî (borî) bona hînbûna klavyeya fyê çûm kursekê, 300 tl lêçûn bû û di nav mehekê de hînî klavyeya f'yê bûm..anha bi deh tiliyan dinivîsim û dema nivîsandinê klavyayê nanerim.. lê lewra klavyeya f'yê li gor taybetmendiyên zimanê tirkî amade kirine û ne li gorî zimanên din e..bona bi kar anîna kurmancî bernameya ku serdar balci amade kirî ango tîpên kurdî daxist û dema klavyeyê dikim tirkî bi hev re pêlî tûşên ctl û shift'ê dikim klavyê diguhêre dibe f ya tirkî.. cardîn weha dikin dibe ya f ya kurdî..

ya kurdî de xw bi hev re cihê tîpa ğ'ya tirkî derdikeve, cihê ö'yê tirkî tîpa ê derdikeve..lê hin tîp bo kurdî ne cihên baş de ne..wekî cihê tipên j'yê d'yê, e'yê, r'yê, û'yê bi min ne baş e..

bi deh tiliyan nivîsandin di telefona berikê de ne gengaz e, ji ber vê yekê klavyeya q'yê bi du tiliyan dikartînim mixabin her dudu jî ne bes e bona kurmancî..

mîna klavyeya fyê a tirkî(ku ev jî bi zanîstî bona tirkî ne bes e ji ber ve yekê li ser klavyeya e'yê xebat tên meşandin) bi zanistî li gorî bi kar anîna dengên kurdî klavyeyek kurdî amade kirin û hilberîn, li kombersgeran de firotin pêwist e..xwezî mirov klavyeya li gorî zimanê kurdî amade kirî bi deh tiliyan ve bikarbinî..piranî çewto mewto bibe jî di klavyeya bîyanîyên de kurmancî nivîsandin ne xweş e û wekî dişîbe jinikek heznekirî re bihevrebûnê, hevşabûnê, tam tune, tamsar e...

afirandina klavyeyayek li gorî pir bi kar anîna dengên kurdiya kurmancî keşeyek pir mezin e û bendewariya çareseriye...



04.03.2015 00:12 | havka