Tirşik - Profîl
tirşik-profîla avên_sar

profîla "avên_sar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [osman mehmed] de;

5. helbesteke osman mehmed



darbest



vî asîmanî rakin ji ser min

ewran û stêran be naxim bispêrin

çawa ku çiqlek bişke tê de

çawa ku mirin bixwaze sariya hesin biçêje

bi serê zimên li birînê digerim ez

da ez erdeke nû peyda bikim

bêxem, bê şiyarî, bê asîman

ha hingê -hinga baranên mirî

ezê giyayekî zerişk î bînlêçikiyayî badim li gavên xwe

bibezim, bibezim

heta asîmanekî din bihûnim ji erda xwe re

ya ji ber kuştinên mayî



ha hingê -hinga ronî dikizire

û ji bîna wê tarî dadiwerive

ezê stêrên goştê min rizandî bireşînim ser

û pif kim ewrên birîna min guvaştî berew sayiya nûhatî

heta ku bi mirina xwe bihesim



ji loma rakin ji ser min vî asîmanî

nekevin taya heyv û hetavan

zingara hêsinên qefesa zemên in ew

ez ku neşuştî, siya darhejîrekî me

li ser du çiqlên çepê

û du çiqlên rastê

hûn min dibin bê gotin

di ber wê giryana kedî re



03.04.2014 01:23 | avên_sar

4. bi rastî jî xwendevanên kurd qedrê osman mehmed nizanin!

helbestên Osman mehmed kûr û dûr in.



helbestek ji pirtûka wî ya "li dor kêvjalan",



çal



tu bûyî, EW ÇALA MAR TÊ DE HATÎ kuştin

-vê bi ber guhê min dixe

Çala ku hew dilopeke baranê lê ket



Te ez birim

Danîm ber xewna çiyayekî qulkirî

Şeva te

Pif dikir stêrkan

Ez diçûm qirşikan

Min ew li ser lêvine ricifî digerandin

Demûşa ramûsanan bi zinarên ve!

Nixumandî bi gotinê

Razana li ber konê xwedê

“em bûn”

Çûyîna kedî

Mirin û neynûk



18.03.2014 14:38 | avên_sar