Tirşik - Profîl
tirşik-profîla paşê min got what the fuck

profîla "paşê min got what the fuck"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji bo berbelavtirkirina tirşikê pêşniyarên nivîskaran] de;

20. posterên tirşikê.

ez dibêm, em 1000 heb felan poster amade bikin ji bo tirşikê. lê ev poster divê ne ji yaziciyên beredayî ên internet cafeyan derketî bin. ew afîşên ji bo hilbijartinê tên bikaranîn heye ? ên muxtaran felan hene û gelek spehî ne jî, reng û reng. li amedê pir bûn mesela ên muxtaran him jî bi rengê kesk û sor û zer.

bila grafîkerekî an jî nivîskarekî jêhatî ji me re ji bo reklamê afîşek baş amade bike. paşê em wan afîşan li her derê kurdistanê belav bikin.



mesela li amedê 300 heb, li stenbolê(li taxên kurdan) 200 heb, li êlihê 200 heb, li sêrtê 100 heb, li şirnexê 50 heb, li mûşê 50 heb felan belav bikin û li dîwarên kolanan û li camên rawestgehan bidin pêve kirin.

tabê ji bo vî karî divê em li her bajarekî, yekî bibînin ku vî karî ji bo me bike. ji bo amedê ez amade me. ji bo bajarên din jî, bi min em ê bikarin berpirsyarek bibînin.



ev pêşniyariya min e. nizanim hûn çi difikirin ?



31.07.2014 11:03 | paşê min got what the fuck