Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bijîmillah

profîla "bijîmillah"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çarşema sor] de;

2. Di Çarşema Sor de, piranî ev duaya jêrîn tê xwendin:



Qewlê Afirandina Dinyayê



Yarebî dinya hebû tarî

Tê da tunebûn mişk û marî

Te zindî kir taze halî

Çû nema gul jê barî

Ya Rebî tu hostayê kerîmî

Te vekir rê û derba tarî

Tu hostayê her tiştî

Bihuşt çêkir rengê bî

Erd û ezman tunebûn

Dinya fireh bê bin bû

Însan û heywan jî tunebûn

Te xak saz kir

Di behran de tenê hebû dur



Ne dimeşiya, ne dipeşiya

Te xweşruh anî ber

Nûra xakê peyda kir

Goşt û ruh hatine ber

Nûra çavan lê hate der

Dest û pê kire leş

Lê şêrîn kir got û bêj



09.04.2014 18:28 | bijîmillah