Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [simbêl berdan] de;

10. Piştî çend mehan şûnde di mêjiyê meriv de suretê xwe yê berê bê simbêl diçe, sûretê xwe yê teze di mêjiyê meriv de cî digre. simbêl berdan/74463 gava min simbêlê xwe jê kir min heftekî şerm dikir li ortê de bigerim û min kîngê li ber eyneyê ji xwe re lê dinêrî min digo qey ev sÛreta min nîne ev kesek din e



bi simbêlekî ve meriv ev qas şaş û mat dibe welle meraq dikim ew kesên ku emeliyata estetîkê dibin çawa ji xwe razî dibin ev halê xwe yê teze qebûl dikin... bi psîkologan terapî şert e



01.01.2016 20:23 ~20:24 | mîr

3. ew dû hefte ye ez jî beşdarê famîlyayê xweyî simbêlan bûm, simbêlekî qerase derket welleh, çi kêmasî min heye ji simbêlboqan.



tê bîra min di salan 90 an de ez gava zarok bûm, ew çax mode bû, milet hêdî hêdî ji xwe modern dikir wek Mehsûn Kirmizîgul simbêlê xwe jêdikir. apê min ê piçûk ê nêzî 30 salî jî simbêlê xwe jê kiribû, kalikê min gava wî dît, bêhna barûdê kete pozê wî ew qas hêrs bû jê re xeberan da, nifiran got, hindik mabû bikuta.



06.09.2015 00:32 | mîr