Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnivîska tirşikvanan] de;

171. duh ez çume cihê ku miayeneya erebê xwe çêkim, gava wana erebê kontrol dikirin mêrikekî nêzîkî 60 salî ba min bû ew jî tirê xwe anîbû li wir. Min jê re go merheba felan û bêvan, min li nihêrî ku herfa h dike x, pêşî de min texmîn nedikir kurd be, min jê re pirs kir tu ji kû yî ew go ez ji Sêwasê me û dewam kir go ez kurd im, ez hinekî şaş mam mêrik dilsoz bû ji nişke ve go ez Kurd im milet texlît dike ku kes jê re nebêje kurd e. Ji aliyekî din ve sureta wî qe bîna kurda nebû jî.

Piştî go ez ji Sêwasê me, min jê re go tu ji Koçgirî yî he?!... Mêrik cewab da maşellah tu meseleyan baş dizanî, baş kurmancî dizanibû min go tu zimanê xwe rind dizanî ew jî go ez li Lîbyayê û Îtalya yê de mam li wir de enstîtuya Kurdî hebû ez çume wan deran, ji min re go xwendin û nivîsandina min a kurdî jî heye. Me hinekî serhildana Koçgirî, Dêrsim felan kir. Go em ji eşîra Şadî û elewî ne, em pêşî kurd in paşî elewî ne.

mêrîk şofêra tirê bû lê sêwas, kurdbûn, kurdî, extiyarbûna wî gelek li ser min tesîr kir. Heyat tiştekî çawa ye însan Nizane carna digerî jî kesekî rastê te nayê tu jê re mijûl bî, lê carna jî qeder te dibîne cihekî û mêrikekî tu ixtîmal nadî rastê te dike...

xalo 67 salî bû, ji min re şîretan da go xwe re miqat be, ez êdî îxtiyar im lê tu hê xort î, Me hev re nimreya têlefona xwe da û ji hev xatir xwast... Hindik mabû ez destê xalo paç bikirama û hembêz bikirama...



10.02.2019 22:32 ~22:50 | mîr

157. Îro ez çûme fûara kitêban a Kocaeliyê, min stendên weşanxaneyên nûbihar û ava dît, kêfa min pê hat. Li Stenda Nûbiharê de xwendekarekî hiqûqê ya zanîngeha Kocaeliyê hebû me hinek bi hev re mijûl da, meriv kurdên aqil, zana dibîne şa dibe.



13.05.2018 17:05 | mîr

139. Naçime qehwexane fîlan û bêvan lê Li stenbolê ez îro çûme qehwexaneyekî Kurdan ku yekî bîbinim. Ez ketim hundir, belkî têde hebû 50 meriv, destên wan de cixare dikişandin, nefesê min girt. Tev montên reş xwe kiribûn, por û riyê wan tevlîhev bû, xwe re Okey dileyistin. Dilê min sar bû, zûda ye gundiyên xwe min nedîdît, qe degîş nebûne, nêrînên wan, xeberdan û kena wan...
Kurdbûn sêva sor nebûya çi îşê me pê kelemê reş dibû köylüleri niçin öldürmeliyiz, Te fehm kir Okey?



06.01.2018 23:32 | mîr