Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [osho] de;

2. Di netflixê da derheqa wî da belgefîlmeke bi Qasê 6 beşa heye. (bnr: wild wild country)

Kesayet, Jiyan û tevgera osho gelekî dişibe rêyên terîqet û cimaetan. Tabiî ne evqasê marjînal û bêsînor e, Pê rê û rêbazan dişibe hev. Jixwe terîqetên îslamê jî ji dînên Hîndîstanê xwe ra model girtine. Mirîdên ku xwe teslîmî însanekî dikin û jê ra çi bêje bê sual wê tedbîq dikin, çi însanekî jîr çi kêm aqil be heke ev baweriyekî be ne muhîm e meriv aqlê xwe davêje aliyekî.

Li devdorên Baweriyekî, siyaset, sosyolojî, fînans, eşq çawa kom dibin ka lê binêrin.

Ji Aliyekî din jî sîstema dewleteke hatiye damezrandin, ev dewlet çiqas azad be jî, Gava ku ji xwe bin tehdîdekî da bibîne çawa ji hiqûqê xwe dûr dixe, hêza medyayê, lobiyên raya giştî çawa li ser siyasetê da tesîr dike, ev welat Emerîka be jî dîsa ferq nake, ji me nîşan dide.



25.04.2020 02:39 | mîr