Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [decathlon] de;

2. Mexazayên têde ekîpmanên her branşên sporê tê firotin. Di sala 1976 an de li Fransayê hatiye avakirin. Li dinyayê de nêzîkî 1.000 li Tirkiyê de 15 heb mexazayên wan hene. Her wiha li ser înternetê jî firotina wan heye.

Him Markayên navdar wek adidas, nike hwd. Difiroşin him jî markayên wan bixwe bi navê Newfeel, Quechua, kalenji hwd. hene. Her çeşîtê malzemeyên sporê tê peyda kirin, anegorî derva erzan û spehî ye.

Dîzayna mexazayên wan gelekî baş e, avahiya wan tenê qatekî de fireh û bilind e, meriv têde çiqas bigere têr nabe.

Carekî dîsa ez çibûm li wir, hundirê mexazê de pêşbaziya basketbolê hebû, ez jî tevlî pêşbaziyê wan bûm, di nava 10 kesî de min qezenc kir ji min re topekî basketbolê kipsta diyarî kirin.



13.07.2017 20:42 ~20:46 | mîr