Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sezai karakoç] de;

8. Nasekî me heye li stenbolê da mamosteyê edebiyatê ye, mêrik nîvê emrê xwe temam kiriye, hê ji xwe ra malekî da tenê dimîne, nezewiciye, piçikekî melankolîk e, ji şiîr û edebiyatê ra mijûl dibe, ji Wanê ye, ew bi xwe jî helbestan dinivîse, Heyrana sezaî qerekoç e.

Ew behs kiribû:

rojekî diçe ba sezaî qerekoçê boyî ku xwe bide nasîn, hinekî pê ra suhbet bike Jê feyz bigire him jî dixwaze helbestên xwe pêşkêş bike, ka ew çi bêje boyî helbestên wî.

Dibêje, wextê ez çûm balê, min kêf xweşî da jê ra, gotiye ez baş im û ji nişka ve dikeve behsa programa Partiya xwe, saetekî behsa tuzuka partîya xwe dike (navê partiya wî: diriliş partisi/partiya vejînê ye) propogandaya xwe da xilasiya Misilmanan, rizgariya Tirkiyeyê û dinyayê yek bi yek bi tuzuka partiya xwe jê ra eşkere dike.

Digo, min deftera şiîrên xwe jî bi xwe ra biribû go qe nebe berga deftera min jî venekir, çavên xwe lê negerand. Saeteke şûnda propogandaya partiya xwe xilas dike, jê ra hinek broşûrên partiya xwe dide û dibêje, tu dikarî gelo, wextê tu diçî mala xwe, rê da wan broşûran belav kî? Mecbûr ji wan kaxizan jê distîne, Poşman, dilşikestî û perîşaniya dilê xwe va li wir derdikeve lêdixe diçe mala xwe...



13.05.2020 23:29 | mîr