Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kürk mantolu madonna] de;

8. kürk mantolu madonna/99783

9 meh berê min rûpela wê ya pêşî wergerandibû kurdî, min ji xwe re gotibû, çi kêmasiya keçên Kurdan ji Tirkan heye, ewana jî ber vê kitêbê hanê resmên xwe pê fîncana qehwê re bikşînin û bavêjin medyaya civakî.Here lînkê
niyeta min hebû ez ê temam bikim lê nebû, min xîret nekir...

Kerem kin:
__________________________________________
merivekî ku di nava însanan de heta niha hatiye rastê min belkî li ser min de herî zede tesîr kiriye. Piştê wê çend meh derbas bû lê tesîra wê li ser min e. Kîngê ez tenê serê xwe bim, rûyê raif efendiyê zelal, ji dinyayê hinekî dûr, herwiha awirên wî ya çaxa ku rastê însanekî re were dixwaze ku bişirîne tên ber çavên min. Ya rast ew e ku, ew qet merivekî şahane nebû. Bir ser de jî zahf basît, ti taybetmendiya wî tune, merivekî ye ku her ro em derdorên xwe de wekî wî sed heb însan dibînin lê em nanêrin ber wan derbas dibin. bi rastî Jiyana wî de Aliyên eşkere û ne eşkere tiştekî bala meriv bikşîne tunebû. Çaxa ku em wekî wan kesana dibînin gelek caran meriv bi xwe re dipirse: “gelo ewana çima dijîn? Çi ji jiyanê xwe dixwazin? Kîjan mantiq, kijan hîkmet emir dike ku wana rûyê erdê de digerin û nefes hildidin?” lêbelê gava ku em wan tiştana difikirin, tenê em li ser şiklê wana dinerin; em qet naynin bîra xwe serekî wan ê di hundirê wê de, ger bixwazin jî nexwazin jî mêjiyekî wanê bi mecbûrî bixebite heye, ji netîce wê de têrê şexsê xwe hisiyatekê wan heye. Em, eşkere nekirina rûdanên vî alemê wan dinêrin li cihê ku em bejin ji hêla manewî ve wana sax nînin, bi herî basit meraqdariyekî mirovan, em ê vî alemê hanê meçhûl meraq bikin, belkî dîtina tiştên ku em qet hêvî nakin, zengîniya ku em nizanin hene mimkûne em rastî hev bên.
___________________________________________



24.12.2017 23:34 ~2017.12.25 21:47 | mîr

6. Îro saet nêzîkî 10 bû min dest bi xwendina wê kir û niha xilas bû, 160 rûpel e. Di medyaya civakî de zêde popûler bûbû, xelqê resmên xwe pê re parve dikir * loma zêde hêviya min jê tunebû, lêbelê tesîra wê li ser min de çêbû, romaneke xweş e.

Min 15 sal ewil romana Acımak (li ber ketin) ya reşat nuri güntekin xwendibû, ew hate bîra min herdu romanê de jî piştê xwendina rojnivîska lehengê romanê her tişt eşkere dibe, loma ji aliyê teknîkî ve piçekî dişibin.

Heke niyeta we ya xwendinê hebe pêşî şiroveyên wê nexwînin tahma wê usa xweştir bibe.



03.06.2017 17:58 ~22:06 | mîr