Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kapadokya] de;

1. Herêmekî dîrokî û tabiî Li Anatolyayê navîn e. Vê herêmê de barajên Axserey, Nevşehir, Qeyserî, Kırşehir û Niğde hene.

Piştî teqîna çiyayê Agirî (volkanîk) Erciyes, Hasandağı ve Güllüdağ ê bi xwelî û kevirên ji wan çîyayên herikîye, Kevirê kefik, kefke bi mîlyonan salan ji ber şilî, baran û bagerê peritiye vê herêm çêbûye.

Li Avanos, Ürgüp, Göreme, ihlara Vadisi de di nav zinarên kefkeyê de xanî, dêr, keşîşxane hatiye çêkirin wan zinaran dirêj û tîk e, wekî kon e bi tirkî jê re dibêjin peri bacası min li ser fikirî meriv dikare bi kurdî jê re bêje kon-şikeft

Çend cihê li vê herêmê de bajarên binê erdê jî hene.

bawermendên mesîhî ji tirsa dewleta roma yê pûtperest li wira ji xwe re xistine war, Da ku talukeya wê xilas bibin.

2 meh ewil çûm li vê derê baş hatiye parastin, cihekî tûrîstîk e meriv şaş dibe wê çaxê de çawa wan avahiyan hatiye çêkirin, hinekî wan kon-şikeftan 2-3 qat in, nava wan de qulikên weke dolaban, pace, cihê ava, şaneşîn, nerdêwan hene.

mehrdad r. izady kitêba xwe de dibêje herêma Kapadokya demekî di hukmê kurda de bûye. Paşî ji dest ê wan çûye.
Hê jî herêmê Axserey, Nevşehir, Qeyserî, Kırşehir û Niğde yê de gûndên kurdên kird (zaza) û kurmancan hene.



30.04.2017 23:45 ~2017.05.01 11:28 | mîr