Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [devlet piyasa parti nizamettin ariç ve kürt müziği] de;

1. Kitêba besime şen e, di sala 2016 yê de ji weşanên avesta derketiye.

Kitêb, Di muzîka kurdî û jiyana nîzamettîn ariç de Tesîra dewlet, bazar û partî (pkk) çi ye, dixwaze eleqeya wan derxe holê.

Besime şen dibêje jiyana Kurda de ciyê muzîkê gelekî giring e, terza muzîka wan ê taybetî dengbêjî wek şexsiyeta kurdayetiyê re girêdayî ye lê heta niha li ser muzîka xwe bi nivîskî tiştekî nekirine, sazîyên Millî, dîsîplîneke li ser muzîkê wan tune ye. Wan salên dawî de rexne û xebatên edebî gelekî xurt bûn lêbelê wek rihê kurda mûzîkê wan de Xebateke li ber çav hê jî tune ye, ji ber wê dixwaze dest pê Xebata xwe bike.

Besime şen bixwe akademisyen e lêbelê beşê wê ne li ser muzîkê ye. texmîna​ min ew dixwaze deynê xwe ji miletê xwe re bide dikeve vê îşê, birayê wê yê ibrahim şen li ses plakê de dixebite, xweyî ses plakê ethem güner jî nasekî wan e, ew dixwaze teknîka akademisyeniya xwe û agahiyên nêzîkê wê bîne cem hev li ser muzîka kurdî lêgerînek çêke.

Kitêb behsa wan tiştên hanê dike:

1- Dewletên Millî û polîtîkayên mîllî li ser muzîkê
2- Jiyana Nizamettin ariç
3- Muzîka kurdî û Dengbêjî
4- Polîtîkayên asîmîlasyonê li ser muzîka kurdî
5- Bazara mûzîka Kurdî û wek aktorên çêker, belavker, stranbêj kî ne, amûrên muzîkê, radyo, plak, kaset, cd, tv, organîzasyonên muzîkê çawa ye.
6- ji bo Bikaranîna propogandaya xwe daxwaza pkkê ji muzîkê û muzîkvanan çi ye.

Kitêbeke sivik e, meriv dikare di nav 2-3 rojan de biqedîne. Min heta niha nedizanî Nizamettin Ariç di salên 1970 yên de ewqas meşhûr bûye, wek hunermendekî TRT'yê xebitiye, di gazînoyên mezin de derketiye, sînemayê de leyîstiye. Heval û emsalên Nizamettin ariç, ibrahim Tatlises, Bülent Ersoy, tanju Okan, izzet altinmeşe hwd. Bûye, lê piştî wê konsera xwe de tenê straneke kurdî dibêje û jiyana wî ya meşhûr xilas dibe, êdî derdora wî de kesek namîne. Kurd jî ji ber polîtîkayên pkk wî tenê dihêlin. Saya vê kitêbê Qîmetê Nizamettin ariç li ber çavê min de bilindtir bû, çimkî heyatê wî de ti qisûr tune her tiştê wî ya xeyala meriv tê hene lê ew her tiştê davêje aliyekî tik û tenê, bêkes, dijwarîya heyatê xeribiyê de dikşîne.

Li gorî min çarçoveya kitêbê zehf fireh e, her mijarek dixwaze li ser de lêkolîn were kirin, tenê biyografiya Nizamettin ariç bûya baştir dibû.



18.05.2017 14:42 ~20:17 | mîr