Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xewa navrojê] de;

1. Di nav Ereban de navê wê kaylûle, li Ewropayê jî navê wê siesta ye. Dibe ku ji Ereban hêla endilûsê yan jî ji îtalyayê derbasî Ewropayê​ bûye.

Meriv di navbera saetên 11:00 - 15:00 an de anegorî xwe 30- 90 deqe dikeve xewê ji xwe re radize.

Him jî Sineta pêxember hz. Mihemed e.

Li Erebistanê, Afrîkayê û welatên derdora behra spî heta aliyê Amerîkayê​ başûr (ji spanî derbasî wan bûye) ji nîvro heta êvarê hewa zahf germ dibe meriv nikare bixebite, derkeve derva jî loma ji aliyê mantiq ve meriv dinêre heke tembelî, tiralî neke tiştekî baş e. Esirkî, nêzîkî êvarê nebe ji bo sihetê însan baş e, meriv zinde dibe.

Diya min her ro saet 05:00 ya sibê radibe heta 22:00 ya şevê li ser nigê xwe ye, zahf dixebite, lêbelê di nav rojê de dibînim xêlekî beriya nîvro xêlekî jî piştî nîvro radize, difikirim heke usa nekira çawa li erdê bisekina pîr e lê ji min zexmtir e.



05.06.2017 19:10 ~19:17 | mîr