Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [erp] de;

1. Kurteya îngîlîzî ya enterprise resource planning e. Bi kurdî plansaziya çavkanî ya sazûmanî ye.

Dîsîplîn û bernameya sazî û şîrketan e ku ji bo rêvebirina hemû beşên organîzasyonê bi hev re bimeşînin û fealiyetên xwe bi awayekî profesyonel dikarin pê çêkin. Bi vê disîplînê Stok, hilberîn, fînans, mihasebe, kirîn û firotin, operasyon, personel, Bazargerî, sewqiyat, lojîstîk hwd. bi hev re girêdayî û tenê serê xwe tê plankirin.

Heke em li ser bedenê însanan bifikirin di nav endamên bedenê meriv ser û mêjiyê meriv çibe Erp jî ji bo sazî û şîrketên mezin û komlîke endamekî usa ye. Mîna ku Car caran sîstema nexweşxaneyekî xira dibe, yan jî êrîşa hackerî li sîstema şîrketekê dibe hemû fealiyetên wan disekine.

Li dinyayê de Bernameya Erp yê herî serkeftî ya Almanan sap e. Şirket û saziyên ku heke baş bixebitînin plan û fealiyetên xwe tev dikarin pê çêkin, pê raporên wan hedef û encamên karên xwe kontrol bikin.



11.07.2017 20:21 ~20:40 | mîr