Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîranînên lîseyê] de;

7. Mielimê me yê sporê jinikekî bû, jinik reşik (zencî) bû. Heta wê çaxê, Xêncî wê min merivên reşik nedîtîbû lê ew çax qe nehatibû aqilê min ev Xanim kê ye, ji kû hatiye, çi îşê wê li vir heye, piştî salan niha hate aqilê min, tiştê ecêb...



23.12.2018 22:33 ~22:34 | mîr

3. Gava ez lîseyê de bûm, Mielimekî me yê navê wî Reşad hebû, Ezmûna me ya dersa tarîxê eşkere bû.

Yekî sinifa me de ji dersê mabû, kurik ji mielim re îtîraz kir, ez tenê herfekî şaş nivîsîme gereke ez jê derbas bim. Go û nego mielim qebûl nedikir mêrik dawî de hêrs bû pêt ji çavên wî avêt.

Go, kuro! Tu dibêjî pê şaşiyekî herfek tiştê nabe, hema ez niha ji te re pirs dikim, ferz ke tu çûyî daweta yekî li wir quşxanekî xwarin çêkirine û tenê dilopek mîz bikeve nava wê, tu dikarî ji wê nanê bixwî?

Milet tev kena xwe behecî, rengê gede reş bû cihê xwe de sekinî, dengê xwe birî.



25.12.2017 23:31 | mîr