Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di navberê de] de;

2. Fîlmê ku min îşev sêr kir. Fîlm tweetê trollekî ya jêrê anî bîra min, her çiqas ji bo tirane xwe bîne parvekiribe jî dîsa ji me ra mesajekî rastiyê nîşan dide. Ev tişt Ji boyî wan komîk ji boyî me trajedî ye, werhasil tiştekî Trajîkomîk e.

Here lînkê

Fîlm bi mijara xwe ve gelekî baş e, bawerim problema Osmanê gelekî zêde berbelav e.

Minakekî bidim we, kalikê min ê rehmetî Gava yekî ji wî ra Tirkî xeber dida jê ra kurmancî cewab dida heke kurmancî xeber bida Tirkî cewab dida, bala min dikişand min ferq dikir ku taybetî kesên ne nasên me ne, ne gundiyên me ne, yan jî kesekî xwendî be ji wan ra USA dikir.

Ez bi xwe jî kesên ku gundiyên me ne, gava wana kurmancî xeber didin nikarim bi hêsanî ji wan ra suhbet bikim yên xerîb bin û bixwazin kurdî xeber bidin ji wan ra rehettir im. Hema eleqeya xeberdanên gundiyên me ev e, ewana kurmanciyeke tabiî yên gundê xeber didin di navberê da êêê ooo nakin, gava xeber didin beriya gotinê xwe nafikirin, hema ez pêşî li mêjiyê xwe da cewabên xwe hazir dikim paşê dibêjim loma kesên ku ji min ra xeber didin sebra wan nayê diyalogên xwe jixweber dizîvirinin Tirkî jixwe zimanê şirîk Tirkî ye destên wan da disekine.

Ji aliyekî din jî Di soqaqan da wesayîtan bîna otobês, trên û teyarê da bi rehetî nikarim kurdî xeber bidim, navê wê çi ye tirs e, şerm e êdî çi bibe bila bibe rastiyekê min ê wekî Osman jî heye.

Em ji 1985 an da ji Welatên xwe derketibûn berê xwe dabûn bajarekî Tirkan, dê û bavê me ji me ra kurdî em ji wan ra tirkî cab didan, jixwe şerm û metirsiyeke hebû gava wana ji me ra kurdî xeber bida. Piştê 20 saliya xwe meraqê xeberdanê, xwendin û nivîsandinê kurdî ji min zêdetir bû, hê jî kêmasiyên xwe temam dikim.

Werhasil Zimanê zikmakî yê nîvçomayî ji aliyê psîkolojîk ve xesarekî dide mêjî û psîkolojiya meriv. Kesên ku pisporên psîkîatrî û psîkolojiyê ne jî wê tiştê baş dizanin, heke bi heqaniyê bêjin ne pisporên miletê serdest bin.

Wekî gotina mamosteyê gulbîn ev mesele ne tenê ya Osman e nexweşiyeke giş miletê me ye. (Anliyorum ama konuşamiyorum) tirs, metirsî, şermkirin temamê wan ji me xistiye vê halê mixabin
---
Em heke kalîteya fîlmê lê binêrin listikvan, kişandina fîlmê, diyalogên ku hatiye nivîsandin zêde nebaşe, bîna qemereya telefonê destê ve, pê listîkvanan amator hatiye kişandin. Him jî zêde tematîk e, fîlm dixwaze mesajê xwe dîrek bixe çavên me, mesaj di nav Senaryoyê da ne veşartî ye, naxwaze em ê jê fehm kin ew ji me ra bi zorê dide fehm kirinê.

Dîsa jî mijareke zehf baş e ku dest avêtinê jê ra, dest û emegên ku senarîst û listikvanan sax be boyî xîretan wan spas...



26.04.2020 02:32 ~02:41 | mîr