Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nusayrî] de;

2. Li Mêrsîn, Edene, Hatay, lazkiye, tartus li ser vê xetê da dijîn.

Nusayriyên Li Mêrsîn û edenê da dijîn giş asîmîle bûne êdî nikarin bi erebî xeber bidin û baweriya wan ê Elewîtî wekî yên hatayê xurt nîne. Li hatayê Entakya, samandag, Îskenderûn ê da pir in. Zimanê erebî ya samandagê anegorî entakyayê hinekî hişk e.

Heta salên 1990 an Li navenda Mêrsînê da Ereb; navçe û gundan da Tirkmen (Yörük) hebûye, êdî kurd jî bi nifûseke mezin li wê derê ne.

Qasê ku ez şahid bûm erebên nûsayrî yên ku li Mêrsîn û edenê da dijîn zêde Kurdan hez nakin, belkî yên Entakya hinekî ji kurda hez dikin.

Li hatayê erebên sunnî Tirkperest in lê erebên elewî erebperest û alîgirê malbat, hikûmeta Esed in.

Nusayrî kurên wan wextê Reşîd dibe, diçine ba xoce, şêxekî dua û îbadetên xwe hîn dibin, hema qîzên xwe ra wan tiştana hîn nakin. Îbadetê wan bi şikl û qeydeyên xwe ve ne eşkere ye, nusayrîtî baweriyeke ezoterîk, weşartî ye, texmîna min ji ber zilm û zordariyê ewana tevdîr dikin. Naçine mizgeftê, hin cihan da perestgehan wan ê piçûk hene. Wekî Elewiyên Tirk û Kurdan ba wana tiştên weke sema, cem tune ye. Behsa Bawerî û îbadetên xwe kesên xerîb ra nakin.

Goştê Kêvroşk, bizin, heywanên nêr naxwin.

Baweriya wan da reenkarnasyon Hene, yanî kesekî heke li dinyayê da merivekî baş be, dîsa bi awayekî baştir vedigere dinyayê.

Bi şikl û suretên xwe ve zêde naşibin ereban, tê da zaf porzer, çavhêşîn hene, cihên ku dijîn ser rêya Xaçperestan e û vê derê da wextê xwe da fenîkeyî hebûye, herêma levant e.

Hinekî irf û edetên wan zêde naşibin tirk û Kurdan miletekî bîna Ewropayê rehet in, Mesela kur û qîzekî bi eşkere hevaltiyê dikin haja malbata wan wê tiştê dibe.

Li Mêrsînê Cînar û hevalên me yê nusayrî hebûn.



10.05.2020 02:39 ~02:51 | mîr