Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di nav axaftina xwe de gotina êêê] de;

1. Ez ê sibê herim stenbolê êêê li wir îşekî min heye êêê him jî hevalekî min heye êêê ez ê ew î jî bibînim êêê...

Wekî Mînaka jorê hin kes hene di nav xeberdana xwe da hevokên xwe bi dengê "êêê" ve girêdidin. Carna ev USA zehf dibe ku êdî sebra meriv namîne jê guhdarî bike, konsantrasyona meriv belav dibe.

Kesên ku ew î hanê dikin piranî haja wan ji wê tiştê nîne. Yan kesekî din ji wê hişyar dike, yan jî meriv dengê xwe ji vîdyoyekî, ji qeydekî da bi xwe guhdarî bike ferq dike.

Çend Sedemên wê tiştê hene ku meriv ji wê dike:

endîşeya meriv hebe,
mijara ku meriv hakim nîne behsa wê dike,
carna meriv dixwaze piçikek din zeman qezenc bike ku gotina xwe bîne bîra xwe.
Tunebûna pratîkê xeberdanê
hin kes hene dixwazin xwe wekî entelektuel nîşan bidin hwd.



17.05.2020 01:06 | mîr