Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çepik] de;

6. bernameyekî li ser trt kurdî tê nîşan dan.

ji bo dewletên serdest 2 rêya asîmîlasyonê heye

1. li her derê jiyanê de qedexekirina ziman, çand e.

2. heke rêya 1. têrê nekir ew çax jî qedexeya xwe hinekî fireh dike bi destê xwe ve weşan, bername û hwd. çêdike. û bi vî awayî dikare mileta bindest wekî arkaîk, nemodern, gundî nîşan bide, gava yekî lê binêre xwe xwe şerm dike, ji ber ku teknolojî, sînema, çanda populer, zanyarî bi zimanê serdest tê çêkirin. lê weşanên bi zimanê bindest tenê li ser leyîstik, kilam, govend, filklor, xwarin û hwd. ne. ewên ku tê weşandin jî bêqelîte ye, meriv dide xwe şermkirin.

ev bername jî bi vî awayî ye, trt qenale dewletê ye mîlyon dolaran budce xerc dike bernameyên xwe yê tirkî çêdike, lê gava dora kurda tê ji wan wek sosret nîşan dide.



05.06.2020 01:05 | mîr