Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nazım hikmet ran] de;

18. Di sala 1961 ê li moskova konfêransa gelên asiya û Afrîka tê darxistin. Nazim Hikmet û qanatê kurdo li wir hevdu dibînin:


Nazim Hikmet li rûsyayê maye, wekî me bihîstiye Qanatê Kurdo û Nazim Hikmet hevdu dîtine, çi têkî di nav wan de çêbûye?

Bêguman Nazim Hikmet nivîskarekî mezin bû. Lê pê re jî Tirkekî şovînîst bû. Ji bo wî jî gelên cîhanê yên bindest gelek gişk Rizgar bibin, xenjî kurda. Wî di der heqê reşikên Afrîka, hindiyên Amerîka, vêtnamiya û êdî nizam kî nivîsîye, lê seva kurda tişt nenivîsîye.

Em bên ser bîranîna Qanatê Kurdo. Sala 1961 ê li moskova konfêransa gelên asiya û Afrîka tê darxistin. Qanatê Kurdo jî beşdarî wê konfêransê dibe. Wî bîr danî çawan carekê, dema navbiriyê ew û Nazim Hikmet ber masekê rûniştî çay vexwarine. Di nav sohbetê de Qanatê Kurdo ji Nazim Hikmet dipirse, ka ew seva pirsa kurda çi difikire. Go hema reng lê çû, kulma xwe li masê xist û bi hêrs got: "wekî em axa ermeniya bidin ermeniya, ya yûnaniya bidin yûnaniya, ya kurda bidin kurda, ji Tirkan re çi wê bimîne" çepgirên gelên serdest usan difikirin, mîna çepgirên kurda xwelîser nîn bûn. Kedera mezin ew e, wekî seva kurdên me yên bakur, tiştekî xwezayî ye, wekî Nazim Hikmet li ser gelek gelên bindest nivîsiye, lê ser kurda nenivîsiye. Gelek Kurdan nivîsên pesindayînên ser wî nivîsîne.

tosinê reşîd
Çavkanî: nûbihar hejmara 138 ê zivistan 2017






29.05.2017 23:44 ~23:49 | mîr