Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kemal sunal] de;

6. Di nava fîlman de fîlmên jê herî hez dikim yek jî "kibar Feyzo" ye. kîngê derkeve ekranan, bêhna min qe teng nabe ji wê sêr dikim kêfa min gelek jê re tê. û di nava fîlmên din ya wî de zahf jê hez dikim hene. Rast e îmaja Kurdan fîlmên xwe de hinekî reş kiriye ev jî nayê jibîrkirin...

Kemal sunal, Çend fîlmên xwe de ji sehneya fîlmên charlie chaplinê teqlîd kiriye. Jixwe meriv hinekî qerektera "Şaban" binêre hereketên wî zahf dişibe Charlie Chaplinê.

Fîlmê wî yê "Garip" de şikestina camê û ya fîlma "the kid" a Charlie Chaplin eynî ye.

Fîlmê wî yê "en büyük şaban" û ya fîlma City lights a Charlie Chaplin hema bêje ji serî heta dawî eynî ye.

Here lînkê



24.12.2017 22:03 | mîr